Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne

Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26
Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî Ofîsa Çapemeniyê ya Serok Bafil

Serokê YNKê, Bafil Celal Talebanî

Xwendevan

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi boneya 48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê pîrozbahî kir û ragihand:“Em hertim di wê baweriyê de ne  ku xwendekar û ciwan rihê vê civakê ne û hemû guhertin û pêşketin dê bi destê wan pêk bê.’’
Teksta peyamê;
Bi helkefta 48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li xwendekar û ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê û pêşerojeke geş dixwazim.

Em hertim di wê baweriyê dene  ku xwendekar û ciwan rihê vê civakê ne û hemû guhertin û pêşketin dê bi destê wan pêk bê.

Ji ber vê sedemê û li gorî daxwazên wan ên îro me biryar da ku sîstemek cûda bipejirînin û ji şiyan û jêhatîbûna xwendekaran sûd werbigirin û Komeleya Xwendekarên Kurdistanê nû bikin, her wiha bi bername û stratejiyek cuda xebatên xwe yên zanistî û çandî bidomînin  û bibe stasyonek ji bo perwerdekirina nifşek nûjen û pêkanîna daxwazên wan.

Berpirsiyariya serperiştiya komeleyê ji bo min şerefeke mezin e ku ez bikarbim  li kêleka ciwanên welatê xwe ji bo pêşerojeke geştir bixebitim.Ji bo welatê me, parastina mafên wan, ji bo bidestxistina daxwazên wan  û ji bo afirandina guhertinên radîkal di sektora perwerde û xwendina bilind de alîkar bibim.

Bextewar û Serfiraz bin

Bafil Celal Talabanî

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket