Dîdara Silêmaniyê dê di meha nîsanê birêve biçe

Cîhan 12:24 PM - 2024-03-27
Dîdara Silêmanî Taybet

Dîdara Silêmanî

Silêmanî

Dîdara Silêmaniyê mezintirîn û dirêjtirîn civîna siyasî ya Êraqê tê hesibandin, ji ber ku pêşwaziyê li serkirde û lêkolîneran ji tevahiya Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê dike.

Çalakiyên Dîdara Siyasî ya Silêmaniyê ji destpêka damezrandina zanîngeha Amerîkî li Silêmanî - Êraq di sala 2006 de dest pê kir û ev destpêkek nû bû ji bo geşepêdana sektora xwendin û lêkolînê li welat. Ji wê demê ve zanîngeha Amerîkî di warê pêşdebirina îdarî de li pêşe û destkefta girîng ji bo damezrandina zanîngehê bû, destpêkirina rûniştina yekem a Foruma Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Diyaloga Siyasî di sala 2013 de bû, ku mezintirîn dîdara siyasî bû li Êraqê.


Biryare li meha Nîsana bê (17-18/4/2024) li zanîngeha Amerîkî ya bajarê Silêmaniyê çalakiyên heştemîn rûniştina dîdara Silêmaniyê destpê bike.

Dîdar di rûniştina xwe ya nû de, ji hêla navenda lêkolîna siyasî ya sereke ya zanîngehê û peymangehên Lêkolînên Herêmî ya Navneteweyî ve tê birêxistin kirin.

Peymangeha Lêkolînên Herêmî ya Navdewletî û Zanîngeha Amerîkî bi giştî bi xêrhatina xwe ji bo beşdarbûna fermî ya hejmarek zanîngeh û navendên navdar li cîhanê di dîdarê de, ji wan (Chatham House, Peymangeha Rojhilata Navîn, The Sentry International, Enstîtuya Aştiyê ya Dewletên Yekbûyî, Enstîtuya Karûbarên Navneteweyî û Koma Krîzê ya Navneteweyî, Navenda Lêkolîn û Plansaziyê ya El-Beyan).


PUKMEDIA  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket