Pûtîn pêşwazî li Esed kir
kurdistani 10:30 AM - 2017-11-21Pûtîn pêşwazî li Esed kir
Pûtîn pêşwazî li Esed kir û pîrozbahî lê kir û Esed jî spasiya rola Rûsiyayê kir.
Pûtîn ji Beşar re dibêje, hûn bi xêr hatin û destxweşî li encamên dawiyê ên ber bi arambûna Sûriye û navçeyê ve diçe û serkeftinên li dijî komên radîkal pîroz kir.
Esed jî spasiya serokê Rûsiya Pûtîn kir û rola artêşa Rûsiyayê ji bo piştîvaniya li artêşa Sûriye mezin û bilind nirxand, ku dikarîn alîkariyeke mezin pêşkêş bikin ji bo parastina jiyana xelkê û xwedî rola mezin ya lihevkirina siyasî li Sûriyeyê ye û niha jî hejmarên mezin ji gel vedigerin mal û bajarên xwe, piştî ku aramî bi ser wan navçeyan de hat.
Tê gotin ku wê sibê roja çarşemê li bajarê Soçî yê Rûsyayê, bi Serokomarê Êranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayib Erdoxan re bicive û derbarê rewşa giştî ya Sûriyeyê û pêşketin û aloziyên ya navçeya Rojhilata navîn şirove bikin.
Wek tê texmînkirin ku wê bazarek li ser Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê bê kirin û bi taybetî li ser herdu kantonên Efrîn û Şahbayê ên girêdayî Herêma Efrînê.
Çavdêrên siyasî dibêjin ku serokê Tirkiye Receb Tayîb Erdoxan bi bihaneya ku kurdên Rojavayê Kurdiostanê ligel rêjîma Sûriyê ne, pir komên çekdar ên terorîst piştgir kir û çandin bo ser navçeyên Kurdî wek Serê Kanî, Girêm Sipî, Kobanê, Tileran û Tilhasilê û niha jî Efrênê dikin armanca êrişên xwed û dixwazin dagîr bikin.
Bi vîdo hûn dikarin temaşe bikin ku çawa serokê Rûsiyayê Veledimîr Pûtîn pêşwaziya serokê Sûriye Beşar Esed dike.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26