Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye

Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24
Azadiya Rojnamevanan PUKMEDIA

Azadiya Rojnamevanan

Azadiya Derbirînê Rojnamevanan

Wezareta Derve ya Amerîkayê raporta xwe ya salane ji bo nirxandina mafên mirovan, azadî û rewşa çapemeniyê li cîhanê belav kir.Derbarê Herêma Kurdistan û Êraqê de raporê destnîşan kir kurewşa azadiya derbirîn û mafên mirovanpaşve çûye. Berpirsekî Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dibêjeLi gor serdema serok Mam Celal mafên mirovan li welat kêm bûye û paşve çûye.

Binpêkirinên Asayîşê û hêzên ewlekariya navxweyî

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan PUKMEDIA re tekez kir ku: Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê dike ku li Êraqê 345 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatine tomarkirin,li her du paytext (Hewlêr û Bexda) piraniya van binpêkirinan hatine kirin.

Kerwan Enwer her wiha got: Rexneyên ku li Hewlêrê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve derbarê binpêkirinên li dijî rojnamevanan tên kirin, bi binpêkirinên hêzên Asayîşa Navxweyî û Asayîşê ve girêdayî ye û mijara rêgirtina li xwepêşandanên Hewlêrê jî mijareke dinê ku di raportê de hatiye behskirin.  

Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûne

Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê amaje bi wê yekê dike ku “ferq di navbera raporên Wezareta Derve ya Amerîkayê ya salên borî de li gorî raporta niha de heye, ji ber ku di raporta nû de amaje bi binpêkirinên li dijî bikarhêneran torên civakî hatiye kirin, û cudahiya danûstandina di navbera kenalên ser bi desthilatdariyê û kanalên ku desthilatdariyê naşopînin, weke gihandina agahiyan ji kanalên desthilatdariyê re û negihîştina agahiyan ji kenalên ne girêday desthilatdariyê.

Kerwan Enwer diyar kir, mijara girtina rojnamevan û çalakvanên Badînan, beşeke mezin ji raporta Amerîkî girtiye ser xwe û ev mijar bûye lekeyek reş li ser rûyê Herêma Kurdistanê, ji ber ku raport amaje bi dirêjkirina neyasayî ya dema zîndankirinê dike. girtina girtiyên Badînan bo demeke dirêj.

Berpirsê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dibêje: “Eger em binpêkirinên ku li dijî rojnamevanan di navbera salên borî de û dema serokomariya Mam Celal a Êraqê hatine kirin bidin ber hev, ji me re xuya dibe ku ji nêrîneke navdewletî û herêmî li Êraq û navçeyê, Jîngehek ji bo rojnamegerî û karê rojnamevanî di dema Serok Mam Celal de jîngeheke paqij û saxlem bû û li gorî pîvanan bû, lê raportên ku di derbarê azadî û karê rojnamevaniyê de hatine belavkirin, niha nîşana paşveçûna azadî û mafên mirovan li herêmê ye. û ev jî navûdengê herêmê dixe asta nizm.
Desthilatdarên herêmê guh nadin hiqûqê

Nûnerê Girtiyên Badînan Îhan Seîd di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Bi binpêkirina 13 xalên ragihandina cîhanî ya mafên mirovan di dema danûstandina bi rojnamevan û çalakvan Şêrwan Şêrwanî re, nîşana wê yekê ye ku desthilata Herêma Kurdistanê ne pabendî rêkeftina navdewletî ye û dixwazin çapemenî li gorî berjewendiyên wan bixebite.

Îhan Seîd diyar kir, em di wê baweriyê de ne ku piştî dilgiraniya raya giştî ya navxwe û civaka navdewletî li ser van mijaran, divê zihniyeta serdest a polîs li Herêma Kurdistanê biguhere û dawî li van binpêkirinan bîne ûku bandore li navûdengê herêmê dike.

 

Wezareta Derve ya Amerîka: Tengkirina çarçoweya azadiyê

Rapora salane ya ku roja 22.04.2024ê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye belavkirin dibêje ji ber tengkirina azadiyan di sala 2023an de ji aliyê hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, rewşa mafên mirovan gelek xirab bûye.

Raporê amaje bi wê yekê jî kir: heta meha Gulana sala 2023ê, 345 rewşên reftarên xirab li gel rojnamevanan li seranserî Êraqê hatine tomarkirin û piraniya wan rewşan li Bexda û Hewlêrê hatine tomarkirin.

Di raporê de hatiye: Hêzên ewlehiyê yên desthilata hikûmetê gelek xwepêşander û çalakvan girtine, ji bilî girtina bikarhênerên torên civakî bi sedema belavkirina naverokên xerab, û bi van girtiyan re wek terorîstan didin û distînin.

Rapora Amerîkî zêde dike: Li gorî raporên rêxistinên civaka sivîl ên berevaniya mafên rojnamevanan: Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xetên Înternetê qut kirin û qanûnên nenas ji bo cezakirina hin çalakvanan bikar anîn.

Rapor dibêje: Rêxistinên civaka sivîl piştrast dikin ku her du hikûmet û hêzên girêdayî wan rûpelên medyaya civakî yên çalakvanan dişopînin û ji ber wan tiştên ku belav dikin rûbirûyê acizî û tawankariyê dibin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket