Sê buroyên HDP`ê rastî êrişan hatin

kurdistani 07:05 PM - 2015-04-25
Sê buroyên HDP`ê rastî êrişan hatin

Sê buroyên HDP`ê rastî êrişan hatin

Li Stenbol, Enqere û Mugalyê li hemberî buroya HDP'ê ya hilbijartinê êrîşên provokastîf pêk hatin. Di êrîşa li hemberî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Stenbolê de çek hatin bikaranîn.

Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê kesên nasnameya wan ne diyar bi çekê êrîş li buroya HDP'ê ya ji bo hilbijartinê hatî vekirin kirin. Buroya hilbijartinê ya HDP'ê li taxa Yeşîlova ya Kuçukçekmeceyê çend roj berê hatibû vekirin. Hate zanîn ku êrîşkaran berê bi keviran paçeyên buroyê şikandin û pişt re gule berdan buroyê. Piştî êrîşê kiryar ji cihê bûyerê reviyan û zirara madî dan buroyê.

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Keçîoren a Enqere hatî vekirin derengî şevê rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat. Kiryar ji bo bi qemereyan neyên kişandin di aliyê buroyê yê piştê ve hatin û camên buroyê şikandin.

Buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya duşemiyê li navçeya Mîlas a Muglayê hate vekirin şevê din rastî êrîşa kesên nasnameya wan nediyar hat. HDP'iyên serê sibê ji bo buroyê vebikin çûn dîtin ku camên buroyê hatine şikandin û li ser vê yêkê li rêveberên partiyê geriyan û agahî dan polîsan.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket