Ostên: Hêzên Heşdî Şabî ji şerê Tikrîtê vekşiyan

kurdistani 08:28 PM - 2015-03-26
Ostên: Hêzên Heşdî Şabî ji şerê Tikrîtê vekşiyan

Ostên: Hêzên Heşdî Şabî ji şerê Tikrîtê vekşiyan

Fermandarê hêzên Emerîka li Rojhilata navîn General Liwîd Ostên îro pêncşemê di civata encumena pîran a Emerîka de ragihand ku hêzên Heşdî Şabî yên ligel artêşa Êraqê di operesyona Tikrîkê de cih digrtin ji operesyonê vekşiyan.

Ostên da xuya kirin ku hêzên Heşdî Şabî ji operesyonêk vekişyan û nêzî 4000 endamên hêzên teybet û polî li Tikrîtê niha li hember DAIŞ di operesyonê de ne.

Ostên her wiha diyar kirin ku Emerîka ji bo êrişên esmanî bi ser çeteyên DAIŞ de pêk bîne û alîkariyê bide hêzên artêşa Êraqê li Tikrîkî ew merc da ber hikûmeta Êraqê ku divê hemû hêzên beşdarî operesyona Tikrîtê dibin din bin kontirola hikûmetê de bin.

Ostên ji aliyê xwe ve rêbaza ku li gorî wê hêzên artêşa Êraqê bi tev hêzên Heşdî Şabî li Tikrîtê di roja 2  Adarê de dest bi operesyonê kirin , ne rast nirxandin û da xuya kirin ku ew rêbaz ne rast bû.

PUKmedia /AFP

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket