DAIŞ li navçeya Nemrûd Dergeha Nirgal a dîrokî rûxand

kurdistani 07:39 PM - 2015-02-26
DAIŞ li navçeya Nemrûd Dergeha Nirgal a dîrokî rûxand

DAIŞ li navçeya Nemrûd Dergeha Nirgal a dîrokî rûxand

Jêdereke herêmî ji parêzgeha Nînewa îro pêncşemê da xuya kirin , çeteyên DAIŞ li parêzgeha Nînewa li navçeya Nemrûd a dikeve rojhilatî Mûsilê beşeek mezin dergeha Nirgal a dîrokî ligel hejmarek ji şûnwarên dîrokî li başûrê parêzgehê rûxand.

Çavkaniya ku ne xwest navê bête eşkere kirin ji PUKmedia da xuya kirin: Îro pêncşemê êvarê terorîstên DAIŞ li qiraxa çep ji bajarê Mûsilê beşek mezin ji Dergeha Nirgal a dîrokî rûxandin, her wiha di nav de beşên ji Dergehê mayî bi armanca ku biteqînin û ji binî ve ji holê rakin gelek şûnwar jî bombe kirine.

PUKmedia / Mûsil

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket