“Kobanê bûye diruşmek mezin bo mirovatiyê û cîhanê”

kurdistani 09:14 AM - 2014-12-22
“Kobanê bûye diruşmek mezin bo mirovatiyê û cîhanê”

“Kobanê bûye diruşmek mezin bo mirovatiyê û cîhanê”

Hevseroka Partiya Demokratiya Gelan diyar kir ku ewê li kobanê çê dibe berxwedana xwîşk û birayên şervanên YPG / YPJ û pêşmergane jibo parastina mirovahiyê ye.

Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Partiya Demokratiya Gelan HDP di merasîma binaxkirina jina şervanê YPJ Sîbel Bulut ku li Kobanê şehîd bibû û li bajarê Dersîmê ji kanala CNNturk re got: Parastina Kobanê erkekî mezine li ser mile hemû Kurdan lê belê niha ew erke ketiye ser mile hemû cîhanê, her weka çawa rojane şervanên biyanî li tevahiya welatên cîhanê pêwendî bi şervanan re dikin bo parastina wî bajarî.

Li meydana Seyid Riza li bajarê dersîmê ya bakûrê Kurdistanê, hevseroka HDP ew jî got: Piştî demek dirêj li berdewamiya şer li Kobanê biha terorîstên DAIŞ li deriyekî digerin daku jê derkevin û birevin.

Her weha Fîgen Yuksekdag cext li wê yekê jî kir û got: Kolanên Kobanê azadin, şer û berxwedan li Kobanê bûye destan û cîhan bi şanazî lê temaşe dike jib o vê jî li Kobanê şer kirin neku tenê şanaziye belku bûye erkekî mirovî, hewlên jib o serkeftina berxwedana Kobanê bûye diruşmekî mezin bo tevahiya mirovahiyê û cîhanê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket