Dema strana Kobanê digot jiyan ji dest da

kurdistani 11:56 AM - 2014-12-20
Dema strana Kobanê digot jiyan ji dest da

Dema strana Kobanê digot jiyan ji dest da

Hunermendê Kurd yê binav û deng Bîlal Ercan li Enqerê di konsêrta jibo komkirina alîkariyê jibo Kobanê de dema stran li ser Kobanê digot jiyana xwe ji dest da.

Bîlal Ercan, di encama kirîza dil de li hola Maltepe li Enqerê paytexta Tirkiyê beşdarî konsêrta ji aliyê (destpêşxeriya hunermendên Kurd ên anatolya navîn) ve hatibû birêxistin li ser dike dema stran digot jiyan ji dest da.

Hunermendê Kurd yê 52 salî ku xelkê bajarê Konyayê ye û yek ji hunermendên ku ji destpêka qeyrana bajarê Kobanê dilsoziya xwe jibo berxwedana bajarê Kobanê û penaber û şervanên Kobanê nîşan dabû.

Li gor nûçeya kanala ÎMC, Bîlal Ercan berya konsertê li nexweşxaneyê bûye û pizşîkan dixwest jêre neştergeriya dil bikrane lê Ercan razî nebûye û gotiye niha hevalên min û gel li hêviya minin û divê ez beşdarî li konserta jib o Kobanê bibin û piştre ezê neştergeriyê bikim. Lê mixabin hunermendê Kurd Bîlal Ercan strana xwe ya jibo Kobanê got û li ser dike jiyana xwe ji dest da.

PUKmedia/Arîn Kamran

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket