Pênciwînî: Rola Mam Celal di nasandina Ocalan bi Filistîniyan hebû

kurdistani 12:18 PM - 2014-12-18
Pênciwînî: Rola Mam Celal di nasandina Ocalan bi Filistîniyan hebû

Pênciwînî: Rola Mam Celal di nasandina Ocalan bi Filistîniyan hebû

Siyasetmedar û ronakbîrê başûrê Kurdistanê ku bi pira Bakûr û Başûr tê naskirin Mihemed Emîn Pênciwînî rastiyek dîrokî aşkira dike û radighîne ku, rolekî baş ya Mam Celal hebû di nasandina Ocalan bi Filistiyan re ku Ocalan karî pêwendiyên baş li gel tevgerên Filistînî deyne.

Di çavpêkeftinekê li gel rojnameya Kurdistana nwê de, Mihemed Emîn Pênciwînî balê dikşîne ser rewşa Tirkiyê piştî derbeya leşkerî ya Kenan Evren ku bû sedema gelek partiyên Kurd û Tirk ên şoreşger û çep ji Tirkiyê derketin û berê xwe bidin Sûriyê û Libnanê bo berdewambûna di xebata xwe ya şoreşgerî de.

Mihemed Emîn Pênciwînî dibêje: Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdulah Ocalan jî di encama derbeya leşkerî ya li Tirkiyê sala 1980`an de û êrişên ku li ser xelkê û partiyên siyasî û çep û demokrat hatin kirin ew jî ji Tirkiyê derket û çû Sûriyê.

di beşek din ya hevdîtinê, Pênciwînî got: Dema Ocalan diçe Sûriyê yekem car pêwendiyên xwe li gel tevgerên Filistînê dirust dike û bi taybetî jî cemaeta "Nayêf Hewatmê û Corc Hebeş", ew jî du grupên Marksî bûn di nava tevgera Filistînî de. Dema ew hatin (Ocalan) çûn ba Corc Hebeş û Nayêf hewatmê.

Pênciwînî ew yek jî aşkira kir û got: Rastiyek ku vê dawiyê min pê zanî û ez hez dikim niha bêjim ew jî ewe ku Mam Celal wê demê li Sûriyê bû, rolekî xwe bo nasandina Abdulah Ocalan bi rêxistinên Filistînî bi taybetî bi (Corc Hebeş, Nayêf Hewatmê) hebû, ku ew bikarin destekê bidin PKK weku rêxistirîn û bihêztireîn rêxistin bûye li Tirkiyê. Eve jî rastiyekî dîrokî ye.

Mihemed Emîn Pênciwînî, nivîskar û siyasetmedare, bi pira bakûr û başûr tê naskirinê, yek ji wan kesayetiyane ku hem di ware wêjeyî û hem jî di biwarê siyasetê de cihê destê wî diyare û salên dirêj di nava siyasetê de ye wekî ku ew dibêje, “Ji gêncîtiya xwe ve min dest bi siyaset û wêje kiriye.” Li Pênciwînê hatiye dunyayê piştre serê xwe hildaye û tevlî rêzên hizba komonîst bûye . Pênciwînî bi salan weku rawêjkar û kesekî nêzîk li PKK û Abdulah Ocalan kar kiriye.

PUkmedia/Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket