Tirkiye: Me dest daniye ser 80 milyon litir ji nefta DAIŞ

kurdistani 10:16 AM - 2014-12-18
Tirkiye: Me dest daniye ser 80 milyon litir ji nefta DAIŞ

Tirkiye: Me dest daniye ser 80 milyon litir ji nefta DAIŞ

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîş Oglu ragihand ku Tirkiyê dest daniye ser 80 milyon litir ji nefta ku ji bîrên li jêr destê DAIŞ a terorîst ku yek ji çavkaniyên tundrewan a serekî ye.

Çawîş oglu di seredana xwe ya li Tehranê ragihand: Ji destpêka sale ve me dest daniye ser 80 milyon litir ji nefta qaçax a DAIŞ`ê, her weha desthilatdarên Tirkiyê gelek boriyên neftê yên DAIŞ têk birin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê got: Em ew nûçeyên ku digotin Enqere beşek ji nefta DAIŞ kiriye red dikin û ew yek bi şerê piskolojîk a li dijî Tirkiyê binav kir.

Li gor raporteke Neteweyên Yekbuyî ku meha borî hate weşandinê, têde hatibû ku Tirkiyê yek ji dewletên giringe bo veguhastina nefta qaçax a DAIŞ`ê.

PUKmedia/Skynewse

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket