Ala Kurdistanê yariya di navbera Arjantîn û Portugal de rawestand

kurdistani 05:54 PM - 2014-11-19
Ala Kurdistanê  yariya di navbera Arjantîn û Portugal rawestand

Ala Kurdistanê yariya di navbera Arjantîn û Portugal rawestand

Şeva bihurî piştî ku xortekî Kurd bi ala Kurdistanê daket qada yariya fotbolê yariya dostana ya di navbera Arjantîn û Portugal çend xulekan rawestiya.

Xortê Kurd bi ala Kurdistanê qada Gogê bezî û piştgiriya xwe bi gelê Kurd re ragihand, ji aliyê xwe ve cemawerên herdu tîman li çepkan dan û xortê Kurd û helwesta wî ya li bermberê gelê xwe û ala kurdistanê silav kirin.

Xortê Kurd bê ku ti bûyer an bêzariyek derkeve ji qadê derket û pişt re yariyê dîsa dest pê kir.

Hêjayî gotinê ye yarî li Old Tiraford li Mançistira Birînranya birêve çû û di encamê de tîma Portugal bi golekê ji aliyê Rafaêl Cîrîro di tora Arjantîne de bi ser ket.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket