Beyannameya YNK bi bona koça dawî ya Dr. Kemal Fuad
kurdistani 01:07 PM - 2014-11-17Beyannameya YNK`ê bi bona koça dawî ya Dr. Kemal Fuad
Bi bona koça dawî ya Dr.Kemal Fuad mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê peyamek sersaxiyê arestey malbat
û kesûkarên dilovana xudê lê Dr.Kemal û endam û cemawerên YNK`ê kir, eve deqa peyamê:
Gelê Kurdistanê!
Endam û cemawerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê!
Mixabin û bi kesereke mezin em koça dawî ya tekoşerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê siyarmedar û rewşenbîr, akadmisyen û endamê desteya dameznîner a YNK`ê rêhevalê serok Mam Celal, Dr,Kemal Fuad radighînin, Dr.Kemal Fuad piştî nexwşiyeke dijwar û 60 salî ji xebat û tekoşîna siyasî û çandî di xizmeta Kurdayetiyê de dilê wî yê mezin li paytexta Berlînê rawestiya, bi vê bona bi êş û xemgîn mekteba siyasî ya YNK`ê serxweşî û sersaxiyê arestey malbat û kesûkarên xudê jêrazî Dr.Kemal Fuad û endam û cemawerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dike.
Hevalno!
Qonaxên tekoşîn û xebata Dr.Kemal Ebdulkerîm Mihemed Fuad çi ji bo YNK`ê be yan gelê Kurdistanê be bi rûpelên şanaz û serbilindiyê dagirtîne.
Dr.Kemal Fuad li Silêmaniyê di sala 1932 di nav malbatek Kurdperwer, rewşenbîr û dêrîn de ji dayîk bû, ji rojên ciwantiya xwe ya dest pêkê ve tevlî refên xebata nîştimanî û Kurdayetiyê bû, di sala 1948 de tevlî refên Partiya Komonîst bû, pişt re di sala 1956`an de tevlî Partiya Demokrata Kurdistanê bû, pişt re jî baskê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.
Dr.Kemal di hemû westegehên xebata xwe de, nimûneyek berxwedanê û tekoşînê bû, serkirdeyetiyekî hêjayî rêbaza Demokrasiyê, Kurdayetiyê û pêşverûtiyê bû.
Ji destpêka salên Şêstî ve û di rojên dest pêkê ji xebata xwe ya karbendî û xwedekariyê ve, ligel hejmarek ji Kurdên li tawergehê komeleya xwendekarên Kurd li Ewropa damezrand.
Di sala 1975 û bi tev hejmarek ji tekoşerên desteya dameznîner, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê damezrandin.
Piştî Raperîna 1991`an de û di sala 1992`an bû serokê yekem firaksyona YNK`ê di parlemantoya Kurdistanê de.
Her wiha ev post wergirtin:
Serokê Parlemantoya Kurdistanê.
Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê / Birêvebiriya Silêmaniyê.
Berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê.
Berpirsê nivîsgeha birêvebir û daray a giştî ya YNK`ê.
Dr.Kemal Fuad gelek ked û xizmetên mezin da ziman û wêjeya Kurdî, dîrok û çanda Kurdî bi teybet di warê çandî û lêkolînên zansitî de, ew yekem kes bû ku hejmarên dest pêkê ji Rojnama “Kurdistan” dîtin û di sala 1972`an de ji nûve ew belav kirin, her wiha di warê akadîmî de li zanîngeha Silêmaniyê beşa lêkonînên Kurdî ava kir.
Piştî kongira Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û bi rê û resem bi heybet Dr.Kemal Fuad ji aliyê desteya dameznîner a YNK`ê û endamên kongirê ve, ji ber xebata wî ya demdirêj a bi deh salan dirêj kir di nav rêfên YNK`ê, hate xelat kirin.
Hevalno!
Dr.Kemal Fuad ne bitenê endamek dameznîner ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû ku ev yek bi xwe rûmetek mezine, lê berî her tiştî ew çi li Kurdistanê be yan Îraqê be tekoşerekî dilsoz a Kurdewariyê û demokrasiyê bû, navê wî di nav karwana tekoşerên sed sala bîstemîn û bîst û yekê de cih digre, dê rola wî di xebata cemawerî, siyasî, çandî û rojnamegeriyê de her dem xuya be, dê navî wî di dîroka gelê Kurd û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de her dem zindî û serwer be.
Ji aliyê civakî, malbatî û weku kesayetiyek civakî, yek ji kesên bi nav deng bû li bajarê Silêmaniyê, bajara rewşenbîrî û qurbaniyan.
Silav li giyana pak a Dr.Kemal Fuad, tekoşerê mezin û endamê desteya dameznîner a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, siyastmedar û akadîmisyenê mezin ê gelê Kurd.
Nemirî ji Şehîdên riya rizgariya Kurdistanê
Mekteba siyasî
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
16 / 11 / 2014`e
PUKmedia/PUKpb
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26