Şanda YNK bi Partiya Sosyalîst a Holandayê re civiya
kurdistani 10:49 AM - 2014-11-17Şanda YNK bi Partiya Sosyalîst a Holandayê re civiya
Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoyaa Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar li Holanda di çarçoveya hevdîtin ligel partî û aliyên siyasî de, ligel serokê Partiya Sosyalîst a Holanda û berpirsê peywendiyê parlemanto û partiya Sosyalîst a Holanda civiya.
Mela Bextiyar û şanda digel de ku ji her yek ji parlemantera Kurdistanê Geşe Dara Hefîd, parlemanterê Encumena nûneran a Îraqê Dr.Bextiyar Cebar, nûnerê YNK`ê li Holanda Bextiyar Bekir pêk tê, ligel serokê Partiya Sosyalîst a Holanda (SP) Emêl Rome û berpirsê peywendiyên Partiya Sosyalît a Holanda û perpirsê peywendiyên parlemantoya Holanda Van Bomel û hejmarek ji kadrên pêş ê partiyê civiya, herdu aliyan rewşa navçeyê, Îraq û kurdistanê û metirisiyên terorê bi ser navçeyê û cîhanê de çêdike gotebêj kirin û nirxandin.
Piştî serokê Partiya Sosyalîst a Holanda dilxweşiya xwe bi hevdîtina ligel şanda YNK`ê anî ziman, ligel berpirsê desteya kargêr helwest û nirîna YNK`ê ya derbarê rewşa giştî li navçeyê û Îraqê gotebêj kirin, ji aliyê xwe ve Mela Bextiyar derbarê sedemên derketina DAIŞ anelîzek berfereh pêşkêş kir û bal kişand ser bi metirsiyên rêxistina terorê DAIŞ bi ser navçeyê û cîhanê de çêdike.
Mela Bextiyar da xuya kirin ku YNK`ê bêzariya xwe li bermber siyaseta welatên mezin da aliyekî, her wiha ev yek li bermber hin hêzên Şî`a û welatên Herêmê de jî kir û armanca stratejîk a jinavbirina DAIŞ kir bingeha siyast û biryarên xwe.
Mela Bextiyar bal kişand ser bi sîstem û hikûmetên li rojhilata navîn û da xuya kirin ku bi dirêjahiya sed salî ji desthilatdariyê hikûmetên li rojhilata navîn, ev hikûmet nekarî erkên nîştimanperweriyê û demokrasiyê cîbicî bikin û avabikin, ji ber vê yekê navçe dan ber bi metirsiyên mezin ji aliyê ewlekariyê ve û nema ew hikûmet dikarin xwe biparêzin, û weku nimûne hikûmeta Sûriyê nîşanda û got; Di demekê de ku hikûmeta Sûriyê ji bo parastina desthilatdariya xwe 300 hezar welatiyên Sûrî kuştin, ne karî li hember terorîstên DAIŞ şer bike û 100 kesî ji endamên rêxistina terorê bikuje.
Ji ber vê çendê divê Ewropa têbighêje ku ji vir û pê ve pirsgirêk û pirsên siyasî û aborî yên gelan bi riya hikûmetan û bi tenê peywendiyên ligel wan pirsgirêk çareser nabin, lê divê rê û rêbaz bêne dîtin ku ev pirsgirêk li gorî nirîn û berjewendiya gelan bêne çareser kirin.
Mela Bextiyar wiha pê de çû: Eger pirs û kêşeyên siyasî û aborî yên gelan neyên çareserkirin, dê li qadê ji bo rêxistinên terorê avabibin zemîneke baş peyda bibe.
Mela Bextiyar di dawiya axaftina xwe de ligel serokê Partiya Sosyalîst a Holanda got; Ji bo tevgera demokrasiyê û hêzên demokrasiyê di salên pêş de bêne bihêz kirin û xurt kirin li rojhilata navîn, divê hêzên demokrat û sosyalîst çi li rojava yan rojhilat be xwedî stratejiyek hevbeş bin, dibe ev yek jî ne hesan be û ji bo pêk bê pêdivî bi salan ji xebatê û tevgerê heye, lê ji bo pêşe rojê darijtina stratejiyeke wer erkek girînge û wiha pê de çû: Divê kêm û kurtiyên demên bihurî dubare nebin û nabe bi tenê berjewendiyên aborî di ber çavan re bêne derbas kirin, lê dive bûyer bi giştî û rêbazên çareserkirina kêşeyan bi giştî di ber çavan re bêne derbas kirin û nirxandin.
Mela Bextiyar cexit kir ku ev xebat ji belî bi darijtina stratejiyeke nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî bi sernakeve. Û da xuya kirin ku YNK`ê ji aliyê xwe ve amadeye ji bo darijtina stratejiyeke wer hevkar be.
Mela Bextiyar di dawî de serokê Partiya Sosyalîst a Holanda vexwend Kurdistanê, hêjayî gotinê ye ku dê di rojên pêş de bi mebesta rewşa kocberên berê xwe dane Kurdistanê ji nîz ve bişopînin şandek ji Partiya Sosyalîst a Holanda serdana Kurdistanê bike.
Partiya Sosyalîst a Holanda Partiyek çepe, yek ji partiyên bi hêze yê oposizyona Holanda ye, xwedî peywendiyên base li gel YNK`ê û giringiyê dide nirîn û helwestên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê.
PUKmedia/PUKpb
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26