Salih Muslim: Pêwîstiya me bi tang û pisporan heye

kurdistani 02:00 PM - 2014-10-24
Salih Muslim: Pêwîstiya me bi tang û pisporan heye

Salih Muslim: Pêwîstiya me bi tang û pisporan heye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim ragihand ku pêwîstiya wan bi hêza şervan nîne belku pêwîstiya wan bi çekên giran ên mina tank û pisporên wan çekan heye.

Di çavpêkeftinekê li gel ANF Salih Muslim libarê helwesta Tirkiyê de axivî û got: Hemû welatên cîhanê li aliyekî ne, Tirkiye li aliyekî ye. Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin ku xwe zelal bike. Divê Tirkiye ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye. Heta roja îro ev negot û xwe ji çeteyên DAIŞ'ê jî venegirt.

Di warê şandina pêşmergeyan ji bo Kobanê de muslim got: Biryareke siyasî heye. Lê belê heta niha ti hêz neçûye Kobanê. Mijarên çiqas hêz û bi kîjan çekan wê biçe, mijara danûstandinên navbera YPG û Fermandariya Pêşmergeyan e. Lewma hînê zelal nebûye ku alîkariyek çawa û bi çi rengî wê bê kirin.

Muslim got: Hêza me ya şervanan heye. Di wî warî de pêwîstiyek nîne. Ji me re çekên giran ên mîna tankê lazim e û pisporên karibin van bikar bînin. Niha hevdîtin li ser vê tên kirin.

Salih Muslim bal kişand ku Tirkiyê dixwaze bazariyê li ser vekirina korîdorê bo çûyîna pêşmerge bike û got: Tirkiyê dixwaze li qadeke 10 kîlometreyî herêmeke ewle û tamponê ava bikin. Tirkiye plan dike ku herêmeke 10 kîlometreyî vala bike û veguherÎne herêma leşkerî. Li dû lîstikên qirêj e.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket