Jin çûn serdana konên penaberan

kurdistani 07:01 PM - 2014-09-29
Jin çûn serdana konên penaberan

Jin çûn serdana konên penaberan

Jinên ku ji bo Civîna Amadekarî ya Herêma Rojhilata Navîn ku berî Konferansa Jinan a Cîhanê hate lidarxistin, hatin Amedê serdana konên penaberên kurdên êzdî yên li Qada Geştê ya Şaredariya Yenîşehrê kirin....

Aktîvîstên jin ku ji Lubnan, Filîstîn, Misir, Tunis, Îran, Afganîstan û Rojavayê Kurdistanê ji bo Civîna Amadekarî ya Herêma Rojhilata Navîn ku berî Konferansa Jinan a Cîhanê ku dê 2016ê li Nepalê li dar bikeve, hatin Amedê. Piştî civînê jin ligel Hevşaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Hevşaredara Rezanê Bîrsen Kaya Akat çûne serdana penaberên Şingalî.

Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Yuksel Aslan Acar jin agahdar kirin û diyar kir ku 4 hezar û 258 kes li kampê vedihewin ji vana 826 jê di bin 18 saliyê de ne û 2050 kes ji vana jî penaberên jin in. Acer, aşkere kir Şaredariya Bajarê Mezin rojê sê danan xwarinê dide penaberan; 575 kon hatine vegirtin û 180 kon jî têne vedan. Acer daxuyand ku ji bo pirsgirêkên tenduristiyê li kampê revîr heye, ji bo cilan maxza hatiye danîn û her weha 12 jî cilşoxane hene.

Aktîvîstên jin ligel Hevşaredar Gultan Kişanak li bin konan geriyan û bi jinên Şingalî re axivîn û guhê xwe dane derd û kulên wan.

PUKmedia-Ş-A

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket