Encumena navendî ya YNK`ê piştevaniya xwe bi Rojavayê Kurdistanê re dupat kir
kurdistani 10:56 PM - 2014-09-27civîna encumena navendî ya YNK`ê
Encumena navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê îro şemiyê 27 / 9 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê li baregeha polîtburoya YNK`ê, civîna xwe ya asayî lidarxist û di civîna xwe de piştevnaiya xwe ya ji bo tekoşîna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dupat kir.
Civîna encumena navendî ji aliyê sekrterê encumenê ve Adil Maurad bi xulekek rêz girtin ji bo cangoriyên Kurdistanê hate dest pêkirin, di civînê de pêşketinên dawî yên li navçeyê, Êraq û Kurdistanê rû didin hatin gotebêj kirin û nirxandin, her wiha di civînê de hate diyar kirin ku pevçûnên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bandoreke neyînî bi ser Herêmê de û jiyana welatiyan de li Herêmê dikin û bandor bi ser rola Herêmê li qadên cuda yên navnetewî dikin, wekî din hate gotin ku hewldanên hewildidin rola YNK`ê lewaz bikin dê bitenê kesên ku van hewldanan dikin bê zar bikin.
Her wiha endamên firaksyona kesk û endamên encumenên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê yên ser bi YNK`ê ve ne di civînê de amadebûn û derbarê dûrxistina wan ji hikûmetên herêmî yên PDK`ê li berember wan dike û mekanîzme avakirina hikûmetên herêmî nirînên xwe anîn ziman.
Encumena navendî piştî civîna xwe ya asayî bi dawî kir beyennameyek ragihand ku divê di serî de li parêzgehan li gorî giyanya YNK`ê û rola wê ya siyasî cih di hikûmetên hermî de bigre û li Silêmaniyê hikûmeteke bingeferh bête sazkirin.
Her wiha encumenê ew tewanbariyên bi ser YNK`ê de têne kirin şermezar kirin û da xuya kirin ku aliyên vê yekê dikin hewldidin têkçûna xwe ya di warê aborî û leşkerî de veşêrin.
Encumenê wekî da xuya kirin ku ew piştgiriyê didin hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û daxwaz kirin ku rola ked û qurbaniyên YNK`ê di şer de dilîze ber çav bête derbas kirin û çek û alavên leşkerî bi şêweyeke dadwer bi ser hêzên pêşmerge de li bereyên şer bêne balv kirin, her wiha daxwaz kir ku YNK`ê peywendiyên xwe yên ligel hemû aliyên Kurdistanê û Êraqê û bi teybet ligel PDK`ê, li ser hîma rewşa heyî ji nûve di berçav re derbas bike.
Her wiha encumenê ragihand ku ew piştevaniyê dide tekoşîna gelê Kurd li Rojvayê Kurdistanê û daxwaz ji seroketiya Herêmê kir rêkirina alîkariya leşkerî û mirovî bo Rojavayê Kurdistanê û YPG`ê bi teybet li Kobanê pesend bike.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26