"Her çendê helûmerc awertane dîsa kompanyayên mezin berê xwe didin Kurdistanê"

kurdistani 07:50 PM - 2014-09-24
hevdîtina Qubad Talenabî li gel şanda baziganiya Birîtanya

hevdîtina Qubad Talenabî li gel şanda baziganiya Birîtanya

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro çarşemê 24 / 9  / 2014`e li avahiya encumana wezîran li Hewlêrê pêşwazî li şandek ji encumena baziganiyê ya Birîtanya û Êraqê kir.

Şanda encumena baziganiyê ya Birîtanya û Êraqê bi serpereştiya Baroness Nîkson bû û ji nûnerên kompanyayên mezin ên Birîtanya û cîhanê pêk dihat.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de da xuya kirin ku her çendê Kurdistanê di nav helûmercên awerte de derbas dibe, lê dîsa kompanyayên cîhanê berê xwe didin Herêma Kurdistanê  û dixwazin li Herêmê kar bikin û di wê baweriyê de ne ku dê baziganiya wan a ligel Herêmê serkeftî be.

Şanda mêvan ji aliyê xwe da xuya kirn ku ew hewldidin danûstinanên bazirganiyê li gel her yek ji Herêma Kurdistanê û Êraqê û xurt bikin û diyar kirin ku dê ew helûmerên awerte bandor bi tevgar baziganiyê de nekin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket