Serdana Ebdulcebar Agîdî bo Kantona Efrîn erênî bû an jî nerênî bû
kurdistani 08:07 PM - 2014-09-01Nivîskar:Delîl Mihemed Hesen
Nêrînên cada Kurdî li Kantona Efrînê diderbarê serdana fwermadarê Artêşa Azad Ebdulcebar Agîdî bo Kantona Efrîn erênî bû anjî nerênî bû di vê gotarê de, em ji PUKmedia`yê re tînin ser ziman.
Berî her tiştî divê mirov bipirse çima va serdana di va demê de pêk hat, em hemî dizanin gelê me li Rojava çi êş û kul kişand ji piş hovîtiya va kesî, gelek caran li ser malperên internêtê û medyayên Erebî gef li Kurdan dida, û hevkariya wî di komkujiya li ser gelê me yê Til Eran û Til Hasilê pêk hatibû ji her kesekî ve aşkere ye.
Li Sûriyê û Piştî sê salan ji şer û tevî piştgiriya navnetewîlewazbûna Artêşa Azad ji her kesekî ve xwiya bû, û kesên baweriya xwe didan va artêşê ji bo hilweşandina rejîmê û guhertina Sûriyê êdî aciz ketin.
Êdî ew gihêştin wê baweriyê ku ew nikaran pişta xwe bi kesî ve serrast bikin, ji milekî ve rejîma Baas, ji milê din ve jî girûpên radîkal û bi taybetî Daiş, tenê YPG ji wan re dimîne ku cihê baweriyê yeû hemî pêkhateyên civaka Sûriyê hembêz dike û diparêze.
Beşke ji xelkê me yê Efrîn ji bo serdana va kesî nerazîbûna xwe dan nîşan, û hinek jî bêdeng man ji ber serdana va kesî qet ne di bala kesî de bû, pir kesan got divê em va serdanê tenê di kesayeta Agîdî de nebînin, hinek kes jî dibêjin wanheyanî niha ti encam va serdanê li ser erdê nedîtiye, û gelek kes jî dibêjin YPG karê xwe baş dizanê.
Ez ji hemî kesên ji va serdanê dilxemgîn bûyîne û bi taybetî malbatên şehîdên ku bûne kurbanî ji piş kiryarên va kesî ve re dibêjim bila ew serbilind bin. Divê em bilez YPG bi tewambariya îxanetê nedin nîşan, Ji ber ev serdan weke serkeftineke pir mezin ji YPG û Xweseriya Demokratîk û şehîdan re ye.
Ev serdan di nav rûpelên xwe de YPG weke bingeha artêşeke nû di Sûriyaya nû û demokrat de dide nîşan. Ez dibînin ev serdana bi erênî derbas bû ji ber gelê me baweriya xwe bi karê hêza xwe YPG heye.
Têbînî: Min hemî nêrînên min girtine tev hevdû kirin û di encam de ev rapor derket:
Di dawiyê de, ez spasiya PUKmedia`yê dikim ku we ev derfet da min.
Efrîn: Delîl Mihemd Hesen
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26