Şanda danûstandinê ya Kurd sibe li Bexdadê yekem civînên xwe pêktîne

kurdistani 08:49 PM - 2014-08-21
Şanda danûstandinê ya Kurd sibe li Bexdadê yekem civînên xwe pêktîne

Şanda danûstandinê ya Kurd sibe li Bexdadê yekem civînên xwe pêktîne

Şanda danûstandinê ya Kurd sibe li Bexdadê yekem civînên xwe lidardixîne û dê pişt re bi serokkomar Fuad Masûm re bicive berî ku ligel hevpeymana nîştimanî bicive.

Endamê şanda Kurd a danûstandinê Firyad Rewaduzî ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku dê sibe demjimêr 9:00 sibê şanda danûstandinê ya Kurd derbarê pêşketinên diyalokê ligel aliyên civînekê lidarxîne.

Her wiha da xuya kirin ku biryare şanda Kurd beriya ku ligel şanda hevpeymana nîştimanî ya Êraqê bicive ligel serokkomar Fuad Masûm bicive.

Rewanduzî da xuya kirin ku şanda Kurd derbarê danûstandinan de çi li ser asta Êraqê de be yan Kurdistanê de be xwedî program e.

Hêjayî gotinê ye ku şanda danûstandinê ya Kurd ji her yek ji Hioşyar Zêbarî, Firyas Rewanduzî, Celal Cewher, Necîb Ebdula û Zana Rustî pêk tê.

PUKmedia / Goran Wehab

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket