Hêzên parastinê li dijî artêşa Tirk çalakî pêk anîn

kurdistani 06:59 PM - 2014-08-21
Hêzên parastinê li dijî artêşa Tirk çalakî pêk anîn

Hêzên parastinê li dijî artêşa Tirk çalakî pêk anîn

Gerîlayên hêzn parastina gel HPG`ê piştî ku li devera Lîcê ya Amedê peykerê Fermandar Mahsum Korkmaz  (Egîd) ji aliyê artişê Tirk ve hate têkdan û di encamê bûyeran de weltiyekî jiyana xwe ji dest da, li bakurê Kurdistanê li dijî baregên polîs û artêşa Tirk rêzeçalekî lidarxistin.

Navenda çapemenî  û ragihandinê ya HPG`ê ragihand ku Gerîlayan di çalakiya li dijî  avahiya polîsan, lojmanên leşkerî û qeymeqamtiyê yên Karaz de 9 leşker û polîs kuştine, her wiha di çalakiyên li beremberî du qereqolên li navçeya Licê jî 3 leşker kuştine.

Li gor daxuyaniyê di çalakiya mîsîlemeyê ya yekemîn de 20’ê Tebaxê (duh êvarî)demjimêr 19.45`an de li navçeya Karaz a Amedê pêk hat.

NÇR-HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ji sê aliyan ve êrîş pek anîne û got; “Avahiya polîsan, lojmanên leşkerî, avahiya qeymeqamtiyê û çeper armanc  hatine girtin. Di encama van çalakiyan de di avahiyan de zarar çêbûne, di nav wan de çepera çeka A-4, 2’yê polîsan, 3 jî yên leşkerî bi giştî 6 çeper hatine bêbandor kirin.”

Hat diyarkirin ku hatiye şopandin di encama çalakiyê de 9 leşker û polîs hatine kuştin. Dewleta Tirk mirî û birîndarên xwe rêkirin Amedê.

LI HEMBERÎ QEREQOLA ANGUL ÇALAKÎ

NÇR-HPG got ku di 20’ê Tebaxê di navbera demjimêr 11.00-12.00`an de li hemberî girê ewlekariyê yê girêdayî Qereqola Angul hêzên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîne û got; “Di encama vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.”

LI QEREQOLA KORXÊ JÎ DU LEŞKER MIRIN

NÇR-HPG got ku dîsa 20’ê Tebaxê saet nêzî 11.00’an li hemberî Qereqola Korxê ya Licê gerîlayan çalakiyek li dar xistin û ev yek hat diyarkirin: “20’ê Tebaxê demjimêr  nêzî 11.00`an hêzên me yên gerîla li hemberî Qereqola Korxê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi çeken giran ên ferdî çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.”

LI DÊRSIMÊ HEMBERÎ AVAHIYA QEREQOLA DÊRSIMÊ ÇALAKÎ

NÇR-HPG got ku 20’ê Tebaxê saet 08.45’an hêzên gerîla li hemberî Qereqola Amutka ya li Elî Boxazi nû tê çêkirin çalakiyek hatiye lidarxistin.

NÇR-HPG têkildarî vê mijarê jî wiha got: “Di vê çalakiya hişyariyê ya li hember artêşa Tirk a pêwîstiyên pêvajoya çareseriyê nayne cih çalakiyek hatiye lidarxistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin zelal nebûye.”

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket