Petrola xav a Kurdistanê gihîşte Kirwatya

kurdistani 11:17 AM - 2014-08-17
Xormal -Hewlêr

Xormal -Hewlêr

Rojnama Yutar List a Kirwatya ragihand ku barek ji petrola xav a Herêma Kurdistanê gihîşte bendera Omîsalî a li ser deryaya Edretîkiye.

Rojnamê li ser rûpela xwe ya enternetê duh şemiyê êvarê di demeke derng de, ji ber jêderkê ji kompanya Yanaf  a ser bi hikûmetê ve û petrolê vediguhesîne got; keştiyek bar ku 80 m2 ji petrola xav rakirbû gihîşte bendera Omîsalî û çav li rê ye îro yeşkemê bête valakirin.

Jêdera nûçeyê da xuya kirin ku derfet nebû ku yekser ligel kompanya Yanaf  peywendî bête lidarxistin ta şîroveyekê bide.

Jêderê da xuyakirin ku ji çar rojan ve birûskeye derbarê radestkirina barek ji petrola Herêma Kurdistanê hatî, ku ev petrol ji aliyê kompanya Mol a Meceristanê ve hatî kirîn,her wiha jêderê da xuya kirin ku hemû belge rastin û ti guman bi ser bare petrolê ve nîne.

Reuters ji aliyê xwe ve roja înê ragihand ku Herêma Kurdistanê siyem bar ji petrola xwe radest kir û bareke çaremîn jî berve Kirwatya ve birêket, Reuters bal kişand ser wê yekê ku herçendê Bexdad fişarê jî dike lê Herêm aliyên ku petrola wê dikirin zêde dike.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket