Parlamentera Êzdî bang kir: Alîkariyê bidin gelê min ê Şengalê

kurdistani 01:08 PM - 2014-08-06
Parlamentera Êzdî bang kir: Alîkariyê bidin gelê min ê Şengalê

Parlamentera Êzdî bang kir: Alîkariyê bidin gelê min ê Şengalê

BEXDA- Parlamentera Kurd a Êzidî ya li Parlamenta Iraqê Viyan Daxil diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê bi gotina 'la îlaha îllahah' komkujiyê li Êzidiyan dike. Daxil di axaftina xwe ya li rûniştina parlamentê de di bin rondikê çavan de bang li parlamentê kir ku pêşî li komkujiyê bigire.

Parlamenta Iraqê ku ji bo Serokwezîrê nû yê welêt hilbijêre kom bû, ji îsyana parlamentera Kurd a Êzidî ya Şengalî Viyan Daxil a bi rondikên çavan re şahidî kir.

Daxil di rûniştinê de mafê axaftinê girt û komkujiyên li Şengalê xist rojevê. Tevahiya parlementerên Kurd ên li Parlamenta Iraqê piştgirî dan Daxil. Endamên din ên Parlamentê jî hemû rabûn ser piyan û li Daxil guhdarî kirin.

‘Ji bo jinên me li bazarê bifiroş in, wan direvînin’

Daxil xîtabî serokê parlamentê kir û got, "Birêz Serok, em li herêma Şengalê tên qetilkirin. Bi gotina la îlahe îllalah me qetil dikin. Heta niha 500 ciwanên Êzidî qetil kirin. Jinên me ji bo li bazaran bifiroş in direvînin. Dest diavêjin wan û bi çavê xenîmetê li wan dinêrin. Jinên Êzdî ku hatin li bajarê Musilê di saheyek ya sporê de tên ragirtin."

‘Alîkariyê bidin gelê min’

Daxil di dewama axaftina xwe ya bi girî de got, "Birayên min ên rêzdar, gelê min qetil dikin. Çawa ku li herêmên din ên Iraqê gelê Şîa, Sunnî, Xiristiyan, Tirkmen û Şebek qetil dikin, niha jî êrîşî Êzdiyan dikin û wan qetil dikin. Ez ji we rica dikim birez serok, birayên min ên rêzdar, nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî û alîkariyê bidin gelê min."

‘Li çiyayê Şengalê 70 zarok, 50 temendirêj ji birçîna mirin’

Viyan Daxil da xuyakirin ku heta niha zêdeyî 500 jinên Êzidî ji bo bikin cariye hatine revandin û got, "Di nava 48 saetan de 32 hezar malbatan koç kirin. Li Çiyayê Şengalê tî birçî, dora wan hatiye girtin. 70 zarok û 50 mirovên bi emir, mirin."

‘Ji bo pêşî li karesatê bigirin bikevin nava tevgerê’

Viyan Daxil ji parlamentê xwest ku ji bo pêşî li karesatê bigire bikeve nava tevgerê û dema axaftina xwe qedand ji ser hişê xwe çû. Parlamenterên jin ên Kurd ên li derdora wê hewl dan alîkariyê bidin Daxil."

Parlamenterên ku piştî Viyan Daxil mafê axaftinê wergirtin êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê û komkujiyên çeteyan şermezar kirin. Nîqaşên ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû jî ji rûniştineke din re hat hiştin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket