DAIŞ nasnameyan dide serbazên ku tobe dikin

kurdistani 01:02 PM - 2014-08-01
DAIŞ nasnameyan dide serbazên ku tobe dikin

DAIŞ nasnameyan dide serbazên ku tobe dikin

Rêxistina terrorist a Dewleta Îslamî li Êraq – Şam nasnameyan dide ew serbazên ku pişîman bûne û tobe dikin.

Piştî ku (DAIŞ`ê) çend bajarokên Başûrê Kerkûk wek Riyaz,Hewîce,Zap,Ebasî û Daquq kontrol kir dest bi dabeşkirina nasnameya hesane bo serbazên ku xwe radest dikin kir bi mercê ku soz bidin ku wan dev ji erkê serbaziyê aniye.

Rêveberê Asayîşa Daquq`ê Pola Ehmed di wê derbarê de ragihand ku, hin serbaz jiber tirsa ku bibin armancê Rêxistina Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) diçin bargehên wê rêxistinê bo wergirtina nasnameya hesane.

Her weha got: Çekdarên Dewleta Îslamî ya Êraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) li ser rêyên serekî xalên pişkinînê danane û ew kesê ku ew nasname digel wî nebe dikujin.

Di nasnameyê de çi heye?

Nasname ji karteke sade pêk tê ku mohra Dewleta Îslamî ya Êraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li ser heye û zanyarî li ser xwdiyê wî,wêne, navnîşan û cûrê pîşeya wê kesî li ser heye.

Her weha Ayaeta Şest û Yekem ya sureta Enfal`ê li ser heye ku dibêje: Eger ew xwazyarê aştiyê bin tu jî xwazyar be û spasiya xwedê bike ,ew baştirîn bîser û zanaye.

Her weha îmzeya wê kesê ku nasnameya wergirtiye li ser nasnameye heye digel îmzeya wergerê nasnameyê.

Çend têbîniyek heye li ser wê kesê ku îmze kiriye yên wek polîs,serbazê Sefewî ez soz didim ku dev ji hemo hemahengiyên hikûmetê bînim li hemberî xwedê tobe dikim, son dixwim ku êdî ez digel mucahîd û Muslimanan şer nekim berevajiya wê fermana xwedê li ser min tê cî bi cî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket