Silêman Beg: DAIŞ paşve dikişe

kurdistani 12:31 PM - 2014-07-31
Silêman Beg: DAIŞ paşve dikişe

Silêman Beg: DAIŞ paşve dikişe

Çekdarên terorîstên DAIŞ`ê li bajaroka Silêman Begê berve bajaroka Uzêm paşve dikişe.

Fermandeyê fewca 2 a lîwaya 16 hêza pêşmergeyên Kurdistanê muqedem Hekîm Rehîm ji PUKmedi`yê re ragihand: Şeva borî 30/7/2014 balafirên şer ên Êraqê li cora sîxo ên Rûsî bi giranî bajaroka Silêman Beg bombardiman kirin û di wê êrişê de hejmarek çekdarên DAIŞ hatine kuştin û birîndar kirin.

Fermandarê Pêşmerge got jî: Îro sibehê zû çekdarên terorîstên DAIŞ bi temamî bajaroka Silêman Beg bi cî hêştine û berve bajaroka Uzêm ve paşve dikişên.

Hêjayî gotinê ye eve 40 roje bajarokê Silêman Beg li jêr desthilata DAIŞ de bûye û ji ber vê jî balafirên şer ên Êraqê bombardimana bajarokê kirine.

PUKmedia/Rêvan Germiyanî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket