Qedrî Can û Pêşgotina Dîwana Seydayê Cegerxwîn ... Konê Reş

kurdistani 11:25 AM - 2014-07-31
Konê Reş

Konê Reş

(Ji helbestvanê kurd Edîb Çelkî re diyarî)

Berî pêlekê bi helkeftina 63 saliya koçkirina Mîr Celadet Bedrxan, min ronahî berda dor pêşgotina ku mîr Celadet Bedrxan ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn (Pirîsk û Pêt), re nivîsandiye. Hingê helbestvanê hêja Edib Çelkî li min vegerand û got: Rehmetiyê Qedrî Can pêşgotin ji vê dîwana Cegerxwîn re nivîsandiye.. Hingî ez mam heyirî, ji ber ev pêşgotin ji çapên nû yên vê dîwana seyda hatiye hilanîn û wiha ez li dîwana Seydayê Cegexwîn a orjînal geriyam, ta ku îro bi ser vebûm. Min dît ku kekê min Edib Chalki rast dibêje. Pêşgotina sereke a vê dîwana seydayê Cegerxwîn Mîr Celadet Alî Bedirxan nivîsandiye û di rûpelê di pey re, di bin vê maşetê de Qedrî Can jî ev çend gotin nivîsandiye. fermo wek ku hatiye nivîsandin bixwînin:

CEGERXWÎN Û DÎWANA WΠ
Ji mêj ve, dîwana Cezerî û Mem û Zîna seydayê Xanî, ji meydanê kêm bû bûn. Heweskarên şeîr û edebeiyata kurmancî li wan digeriyan û bi dest wan ne diketin. Vê car me dî, ji nişkave, dîwana Cegerxwîn bi çapeke pir qenc kete meydanê. Ez bawer dikim ko dîwana Cegerxwîn dewsa ku Mem û Zîn û dîwana Cezerî vala hiştine ewê tije bike. Xwendevanên delal, ewê tê de ziman û rûhê cenabê Xanî ê xurt û nezma dîwana Cezerî a ahengdar bibînin.
Cegerxwîn, pirsên biyanî jê pir ne xistine nav şihrên xwe, bi zimaneke sade û selis nivîsîne.
Qîmeta şehrên wî a mezin jî ev e, bi rûhekî nû ajotiye ser fikrên kevnare û bi zimanekî şêrîn û şe'bî tewş bûn û zerera wan nîşan kiriye.
Ez ji şairê me î şe'bî re pêşveçûn û ji dîwana wî re jî rewaceke baş hêvî dikim.

QEDRÎ CAN
Şam, 18.2.1945 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket