15 welatiyên sivîl di şerê Helebê de jiyan ji dest dan
kurdistani 08:35 PM - 2014-07-2115 welatiyên sivîl di şerê Helebê de jiyan ji dest dan
Li gelek tax, dever û gundewarê Helebê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de şer û pevçûn berdewam in. Di encamê de 15 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Ji duh evarê heta serê vê sibê balefirên rêjîmê bi bombeyan û bermîlên teqemenî êrîşî gelek dever û bajarokên Helebê kirin. Hin ji taxên ku hatine bombebaran kirin ev in: “Taxa Qerliq û kolana Eryan ên Heleba kevin, taxên Bab EL-Nesir, Qatircî, Mesekên Heneno, Heyderiyê, Biêdîn, Şear, Saxûr, Bustan Paşa, Ensarî Şerqî, Ferdos, Avahiya İstibarata Ezmanî, Eşrefiyê, Zehrit Ewad û Ên EL-Til, devera pîşesazî ya Şêxnecar yên bajarê Helebê.
Bajarokên Heyan, Hirêtan, Soran û Til Cibîn yê li bakurê Helebê, Wizêha yên başurê Helebê, derdora gitîgeha Muslimiyê û devera birêc ên bakurê rojhilatê Helebê, Foc 46 li rojavayê Helebê.” Di encama van êrîşan de zarokek bi giştî 15 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da û herî kêm 25 kes birîndar bûn, her wiha zirarên madî jî bi sivîlan bûn.
Bajarokên Nibol û Zehrai yê li bakurê Helebê û taxa Şêxseîd ya li bajarê Helebê a di bin kontirola hêzên rêjîmê de ne, bi topên hawanê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve hate topbaran kirin. Di encamê de gelek leşkerên rêjîmê hate kuştin.
Li aliyê din çekdarên opozîsyonê navendên çeteyên DAIŞ’ê yên di gundê Xêtun a li nêzî bajaroka Exterîn a li bakurê Helebê bi çekên giran topbaran kirin. derbarê siyanan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26