Mela Bextiyar: Bi saya YNK`ê li Başûrê Kurdistanê federalî hate cîbicî kirin
kurdistani 06:15 PM - 2014-04-18Bi saya YNK`ê li Başûrê Kurdistanê Federaliyet hate cîbicî kirin
Berpirsê Desteya kargêr ê Mekteba siyasî heval Mela Bextiyar duh 17/4/2014`an li bajarê Bawenor civîneke cemaerî ya berfereh bi beşdariya pêkhateyên cuda lidar xist û têde bal kişand ser giringiya hilbijartinan bo bihêzkirina û xortkirina proseya demokratîk. Her weha teqez li wê yekê jî kir ku Eger Yekîtiya bazar a Kurd nebe yekîtiya netewî jî ava nabê.
Di axaftina xwe de berpirsê desteya kargêr heval Mela bextiyar diyar kir ku diyardeyên civakî û aborî û rêveberî yên li Kurdistanê heyî gav bi gav faktorên yekîtiya netewî ya Kurd ava dike û got: “Eger yekîtiya bazar nebê yekîtiya netewî jî ava nabê, wê yek ziman û desthilatek yekgirtî jî nebê, raste hestê netewî liba me gelekî bi hêzê û her rûdanek li her parçeyên din ên Kurdistanê diqewimin karîgeriya xwe li me jî dike û ew bi helwest û berhemên hunerî dihatin nîşan dan.”
Mela Bextiyar got: “Kêm maye ew yekîtiya bazarê bibe bi bîngeha yekîtiyekî netewî ya hevdem di vê serdemê de ev dused, sêsed sale hestê netewî liba Kurdan bihêz bûye. Dema ku Kurdek li bakûr, li başûr li Rojava şehîd dibû em vedicinqandin û diçelqandin û sirûd û helbest dihatin nivîsandin. (Dema ku Şêx Seîd Pîran li Amedê tê darvekirin , Pîremêrdê nemir li Silêmaniyê helbest bo wî dinivîsîne.) Ev hemû tê wateya ku hesta netewî di nava Kurdan de hebûye, lê belê yekîtiya bazarê, yekîtiya ziman yekîtiya diyardeyan û pêwendiyên civakî di nava neteweya me de qels bû.”
Di berdewamiya axaftina de Mela Bextiyar bi berovajî wê jî federaliya Başûrê Kurdistanê bi cihê kêfxweşiyê zanî ku yekîtiya bazar , ziman, keltor, wêje û zaravayên zimanê Kurdî di warê hevgirtinê de ye.
Mela Bextiyar diyar kir ku ev diyarde û tiştên avabûne bi desthilatê hatine cîbi cî kirin, çûnkî berya ku Kurd desthilata wê hebê, Bawenor û navçeyên derdora wê dihatin enfal kirinê.
Sebaret bi fedraliya ku niha li başûrê Kurdistanê heyî jî Mela Bextiyar got: “Federaliya niha li başûrê Kurdistanê bi saya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate cî, yê ku diruşma federalîzmê hilda û li hemberî hemû astengiyan bihêrs bû Yekîtî bû eve jî bi rastî bi saya qurbaniyên hatin dayîn bû.”
Mela Bextiyar amaje bi wê yekê jî kir got: “Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ew hemû qurbanî ne ji bo Mam Celal yan serkirdayetiya YNK dan, belku ji bo armanca demokrasiyê bûn û niha demokrasî li Kurdistanê heye em pişîman nînin li wan qurbanîdanê. Heta demokrasî bi tendirustî berdewam bê emê dunyayê bi xwşikî bibînin û emê berpirsyartiya hemû encamekî hilbijartinê hilgirin û her weha emê bi kevokê aştiyê bin!. Lê belê ku me hest pê kir ku plan bo nemana demokrasiyê hebê wê demê ev yek li Îraqê û Kurdistanê de hêla sore bo YNK`ê emê wê demê bibin pilingên caran.”
Li dawiya civînê de jî heval Mela Bextiyar da diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ku demokrasî mercê pêşkeftina gelane, mercê pêşkeftin û azadkirina aqilane, her weha di wê baweriyê de ye hilbijartin dewamkirina wê proseyêye û got: “Divê em bizanin ku YNK di ew salên zehmet de weku salên 1982`an de dirûşma mafê çarenivîsê ragihand û me gîhand vê demê û em çûn ser sindoqên dengdanê û bi biryara vîna mirov hate pênase kirin. Her weha divê biryara îradeya dengdanê û çûna ser sindoqên dengdanê bibe bersiva propaganda û dijayetî û ew şerê terora siyasî û derunî ku li dijî Yekîtî ev demeke tê kirinê ye bê zanîn.”
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26