Xelîl kalo:"Bi baweriya min Kobanê wê li ber xwe bide û ti metirsî li ser nîne"

kurdistani 07:35 PM - 2014-03-30
Xelîl kalo:"Bi baweriya min Kobanê wê li ber xwe bide û ti metirsî li ser nîne"

Xelîl kalo:"Bi baweriya min Kobanê wê li ber xwe bide û ti metirsî li ser nîne"

Di hevpeyvîneke taybet de, rewşenbîr û çsvdêrê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê li Kantona Cizîrê mamoste Xelîl Kalo derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê bi giştî û yê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî şirove dike û bi awayekî bê alî nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re tîne ser ziman.
Me weke stafa PUKmedia, beşa kurmancî bi erk dizanî ku li barê rewşa giştî li Sûriyê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, hevpeyvîneke taybet digel mamoste Xelîl Kalo lidar bixe.


Xwendevanên me yên beşê kurmancî li PUKmedia`yê dikarin bi me re vê hevpeyvîna nirxdar bişopînin.

PUKmedia: Hûn weke rewşenbîr û çavdêrekî siyasî, rewşa dawî ya li Sûriyê bi giştî û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, çawa dibînin û nirxandina we li ser çiye.?

Kalo: Naskirina rewşa sûrî ne pir veşartiye û bingiha şerê ku dibê eşkereye, ev şerê bo desthilata mezhebî di kûraniya xwede vê rastiyê eşkere dike wê berdewam bibe heta demeke dirêj, ji ber berjewendiyên gelek aliyan heta roja îro ne hatine pejirandin û armanca ku li ser destpêkirî ne gihaye dawiya xwe , rewşa Rojava di domana vî şerê navxweyî de ber başbûnê ve diçe ku tenê kurdan sûd ji vî şerî girtin, û nirxandina me  xwe avadike û paldide li ser deskeftiyên hatine çesipandin li ser erdê , dema em rewşa berê û niha bidine ber hev.

PUKmedia: Gelo sedema nemana deng û rengên Hemehangiya Ciwanan û ketîbeyên leşkerî yên bi nave Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çiye..?

Kalo: Ew hemû komikên lawazbûn  û bi rengê foliklorî bûn bi pêvanên leşkerî  û heta siyasî , divê  dema dawîde tenê hinek ji wan bo propagenda partiyan û partîtî mabûn ,helbet komên xortan jî  bê ser û ber bûn û ne xweidyê amancên vê qûnaxê bûn, ne rêxistin û ne serokatiya xwedî tecrube û piraniyan wan hatin kirîn bi arzanî,xort ji karê xwepêşandana der neketin  û partiyên siyasî ew qurpandin û tarûmarbûn piştî avakirina ENKS  û şûnde  hatin hilweşandin piştî dema sêl sor bû li rojava , ew komik hemû ji ber xwe ve  ji hev ketin tenê nav û hin kesê bê kar mane . heme hin komikên bi navê leşkerî xwestin bimînin lê  hêzên YPG ew hêfişandin û  ji hev vekirin .

 
PUKmedia: Sedema êrişên DAIŞê li dijî Kantona Kobanê çiye û wê rewş bighêje çi astê bi nêrîna we.?


Kalo: Niha divê berî hertiştî em zanibin ka DAIŞ çiye ...? Hingî  her tişt  wê zelal bibe. DAIŞ bixwe rêxistineke bi Qaidê ve girêdayîye û hişk bawere û xwedî acindeyê islamîke ku dixwaze xwedî bandor û desthilat be û armaca wan avakirine dewleta xilafetêye bi bîr û baweriyên wan. Li vir ew ti çawaziyî nakin di navbera kurd, ereb û ti nijadên din û bi ramana netewî ne bawerin.

Li vir şerê wan li kobanê yan jî li heleb û cihên dîtirê sûrî ku kar dikin bo xwe û bîr û baweriyê xwe ne.. Şerê wan li derdorê kobanê di vê çarçûveyê de ye.. Ne tenê bi taybet dijî kurdiya biqasî ku şerê desthilatê ye. Ka wê rewş bi kûde biçê ew girêdayî bi hêza kurdan ya leşkerî ve ye.
Zagonên şer xwe paldidin ser hêz û rêxistina bi kom û kî bi kêr û pîkhatî be ewê bi serkevê. Bi gomana min ev şer heta demeke dirêj wê berdewam bike ji ber gomana DAIŞê ku dibînê Kobanê xala lawaze di zincîra şerê herêma feratê de û rewşa taybeta Kobanê ya cografî ku li hawîr dorê wê DAIŞ têde deshilatin. Lê gelê me li Kobanê ne qulayîye û asane, anku dikare berxwebide û serkeve .
  
PUKmedia: Li gorî nêrîna hinek siyasetvanên Kurd di Îtilafa Sûrî de ku ev şerê dijwar li Kobanê sîneryoye û mina rêkeftineke di navbera rêjîm û DAIŞ û PYDê de ye tako mezarê Sultan Silêman Paşa ji hole rakin, lê hinek çavdêrên din jî yên siyasî kurd yên serbixwe wiha dibêjin ku DAIŞ hêza leşkerî ya sereke a Îtilafa Nîştimanî A Sûriye û di pilana wan de dagîrkirina hemû Rojavayê Kurdistasnê ye. Gelo hûn div ê bare de, çi dibêjin..?

Kalo: Li hemû sûriyayê şer heye, ne tenê li Kobanê, eger şerê Kobanê sînaryo be, dêmek şerê li sûrî û hebûna partiyên kurd di nava Îtîlafê de û îtîlaf bi xwe jî sînaryo ye. Lê di rastiye vî şerî de ne wusaye û lê nayê wê wateyê ku berjewendiyên dewletan û heta rêjîmê jî nînin, her yek weke xwe di dixwaze. Divê em zanbin ku şer bersiva siyasetî ya tundeye, dema şer heye anku berjewendî hene, her kes û her hêz xwe dide pêş li gorî wan berjewendiyan ,yên lawaz û bê hêz be di vê domanê de  xwe bi şêweyê duruşm  û xwepêşanger nîşan dide, lê lîstikvanê rast teqîne li ser erdê şervanin, partiyên kurd ku tevlî Îtîlafê bûne hêzên lawazin û neçarin ew jî wusa xwe ifade dikin û berjewendiyên wan di wusa gotar û şîrove deye , ser hesabê sûd û berjewendiyên bilind yên kurdane. DAIŞ`ê mezarê Sultanê turkan Sulêman na helweşîne û wê mezar bike pelekî xurt di destê xwede , dema jêre gerek bê, wê bikarbîne.

PUKmedia: Bi nêrîna we bêdengiya ENKSê li bare êrişên DAIŞê bo ser Kobanê çiye..?


Kalo: Du sedem hene, yek ewe ku TEV-Dem ê ew bê parkirin, bê xeber û bê bandor kirin û şûna wan di meydanê de girtiye  ku her tişt bi destê xwe xist û bê desthilat bûne , ya diduwan ku niha ew di Îtîlafa Stenbolê dene û mûçeyên xwe ji wir werdigirin, ew jî bi alîkarî û bingeha şîret û daxwaza Partiya Dîmuqrata Herêma Kurdisanê (PDK).  Dibe û nedûre ku tirk di vê sinayoyê de beşdarin û endezyarbin û ew tafdane ber ÎTÎLAFÊ ve. dibe û ne tiştekî seyre û wusa tê xwestin ku bê deng bin  û heta radeyekî dijbin, helbet ew jî bihaneyên wan yê ne rewa û bê nişa hene ku heta roja îro jî nayin famkirin.

PUKmedia: Gelo bêdengiya aliyên Kurd û Kurdistanî li hemberî Kobanê, wê di demên pêş de metirsiyê ji bo tevahiya Kurdistanê çê neke.. ? Bo nimûne, niha çekdarên DAIŞê êrişî navçeyên Kurdî li Celûle û Sediye yên ser bi Xaneqînê ya Herêma Kurdistanê dikin û malbatên Kurdî ji ware wan derdixînin û koçber dikin, gelo ma PYDê û YPGê li Xaneqînê heye…?

Kalo: Na DAIŞ li piraniya Îraqê heye... Lê bêdengiya hêzên kurdan ew rastiyeke me kurdaya dîrokê ye. Kurd bela wela ne û bê siyaseta hevbeşin û yekgirtî ne di rojên aloz û xirab de, bi baweriya min xelkên meyî Kobanê, wê li ber xwe bidin û ti metirsî li ser wan nîne , raste DAÎŞ rêxistineke taybete û  teroriste ku ew xwedî baweriyeke hişke , û  armancên wê xuyana . her kesî ji xwere dijmin dibîne ku ne di rîya wî de bin û dijî pirojeyên wê bin . 


PUKmedia: Xelkê me çawa temaşeyî rewşa nakokdar yên aliyên siyadsî li Rojavayê Kurdistanê dike.?

Kalo:  Piraniya wan bê xemin, westiyana  ji wan û bê hêvîne, niha her kes bi xwe ve mijûle û bi  kar û barê jiyane xwe yî rojan ve girêdayine, ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar û ewlekariya giştî. Gelê kurd li Rojava barê ewlehîyê spartiya hêzên YPG`ê  û heta niha pişt raste, raste gelê dixwaze ku ew nakokî rabin, lê mixabin rewş weke xwe maye. Ji ber gelek sedeman û di serî yên bigihîn yên partîtî. 


PUKmedia: Gelo eger ne ji YPGê buye, niha wê DAIŞê çawa nêzîkî partiyên me yên Kurdî  bibuye…?


Kalo: "Kurdên mayî li ser xaka xwe heta roja îro deyndarê xwîna şervan û berxedanana YPG`ê ne, bersiv jê vê pirsê re navê." Niha meyzekin çawa piraniya serokên partiyên kurd bê ku DAÎŞê reviyan û ti metirsî tune bû. Çawa ku hatibane , mixabin neyê barên giranbûn û roj bi roj rastiya xwe winda dikin di nava gel de.

  
PUKmedia: Rewşa jiyanî  û aborî û mirovî çawaye..?


Kalo: Rewşa jiyana abûrî niha li herêma me ya Cezîrê "" Ji bilî Efrîn û Kobanê "" Diqedê û baştire ji par û ne wekî berî sala 2011`ne  û ne jî dijware li gorî ku tiştên qewimîn di van sê salê bûrî de, erê em di rewşa şer de ne û abûriya me abûriya aloziya şere, helbet wê zehmetî di pir war û cihan de hebin, lê jiyan di qedê û berdewame. Alozî hene û wê hebin.


PUKmedia: Rewşa xwendekarên Kurd di çi astê de ye, derfetên xwendinê çawaye.?


Kalo: Rewşa xwendekaran normale, di cihê ku ewlekarî lê hedar û aram be, û jiyana xwendinê bi giştî ser nîvî reye û bi îradeyeke xurt derbas dibe , û tiştê ku baş derbas dibe zimanê kurdî ye ku li piraniya navçeyên kurdan tê xwendin .

 
PUKmedia: Rola hikûmeta Xweseriya Demokratîk çawa tê dîtin û pêşktinên girîng hene an na..?


Kalo: Rêveberiya demkî gaveke başe û pêwîste û hata roja îro ew rêveberî mijûle bi karûbarê avakirina saziyên xweyî karguzarî ve û xwe amadedike ji ber ku temenê wê hîna kine û sê meh ne qediyaye, lê nayê wê wateyê ku hin sazî bi karên pêwist narabin, li vir û li gorî rewşa giştî, gereke fersenda xwe bistîne, lê gorî saloxdana li pey wê û nêzîk wê helbijartin çêbibîn û şûnde rêveberiya her dem were


PUKmedia: Baweriya xelkê me ji mandina di axa xwe de di çi astê de ye..?


Kalo: Jiyan Normala heta niha di hemû navçeyên ku şer di wan de ne bûye, lê di gund û cihên ser sînorên hingaftî de, rewşa xelkê ne arame û gelek malbatan jê barkirne ber cihên aram ve çûne û hinek ji wan kocber bûn.
 
PUKmedia: Rewşa cotkaran û alîkariya hikûmeta Kurdî bi wan re çawaye..?


Kalo: Rewşa cotkaran sirûştiye û normala û her tişt û karûbar bi rêve çûye, lê sebaret bo alîkariya hikûmetê ji bo cotkarn re tune bû,  ji bîlî cih cihan û bi şêweykî kêm vê paşiyê. Eger ew alîkarî pir û zêde cêbûbe jî ez nizanim. Ji ber çandinî qediya bû û hîna ew hikûmet ne hatibû damezirandin û sazkirin. Lê hate gotin ku hin alîkarî çêbû li hin cihan lê heme bê kêmî .
  
PUKmedia: Hûn pêşeroja Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin.?


Kalo: Em paşeroja Rojava baş dibînin, wê baştir bibe dema ku kurd bi hev re xwe bi hêz bikin, ji ber ku qunax û mercên kar û xebata kurdewarî baştirin ji demên berê, niha gelek destkeftiyên kurdan hene û di serî hêza leşkerî ku di kare heta niha rojava bi parêze û ev ya herê giringe ji bo pêşveçûna gelê kurd û doza wî ,û her kes dizane ,çi dost çi dijmin ku kurd xwedî hêzin û kes hew di kare bi asanî  serwan re derbas bibe bê razîbûna wan . 
 
PUKmedia: Banga we ji bo aliyên siyasî yên Kurdî û Kurdistanî çiye û erkên rewşenbîran di vê demê de çiye..?

Kalo: Banga me ji wan re, ew ku her yek li xwe vegerê û xwe ser rast bike li gorî erkên netewî û nakokiyên xweyî partîtî paşbixin bi kêmanî di vê demê de, û rewşenbîrên kurd bi karê xwe baştir rabin ser bingeha sûd û berjewendiyên kurdewarî di vê dema aloz û teng de.

28-3-2014
PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket