Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in

Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26
  Serok Bafil û Nuxşe Nasih,Parêzgara Helebce Ragihandina Serokê YNKê

Serok Bafil û Nuxşe Nasih,Parêzgara Helebce

Serok Bafil Helebce

Bafil Celal Talebanî,Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), li Debaşanê bi Parêzgara Helebce, Nuxşe Nasih re civiya.

Serok Bafil spasiya xwe ji bo rol û xizmetên Nuxşe Nasih wekî yekem parêzgara jin li Herêma Kurdistan û Îraqê anî ziman ku wê nimûneya serkeftî pêşêkêş kiriye di rêvebirin û xizmetkirina Helebce û malbatên serbilind yên şehîdan.

Di civînê de,parêzgarê Helebce di raportekê de bername,erk û pêdiviyên parêzgehê pêşkêş kir û daxwaz li her kesî kir ku ji bo zêdetir xizmetkirina xelkê Helebce hevkariyê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Bafil Celal Talebanî piştgiriya YNKê ji bo serkeftina karê wan anî ziman û got:Helebce û xelkê wê yê serbilind hêjayî xizmetên zêdetir in, ji ber vê yekê di vê qonaxê de pêwîst e ku li ser pêkanîna projeyên hêjatir û zêdetir ji bo bajêr bixebitin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket