Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin

Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26
Koçberên Serê Kaniyê Roz Press

Koçberên Serê Kaniyê

Rojavayê Kurdistanê

Piştî salên dirêj yên koçberkirina bi zorê, pirsgirêka vegera xelkê Serê Kaniyê hîna jî bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ye, di nav bangên ji bo gerantiyên ewlehî û xizmetguzariyê, bidawîkirina guhertina demografîk, û tezmînata ji bo kesên zerardîtî de, daku vegera ewle û bi rûmet ya xelkê bo bajar û malên wan misoger bibe.

Besam Kaco; endamê Komîteya Koçberên ya Serê Kaniyê, ragihand ku peymana 29ê Çileyê hêviyek daye xelkê koçberbûyî yê Serê Kaniyê ji bo vegera li bajarê xwe, û destnîşan kir ku komîteyê rêzek civîn bi Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriye Demokratîk û endamên hikûmeta demkî re li dar xistine ji bo gotûbêja mijara vegerê.

Her weha Kaco aşkere kir ku,komîteyê ji bo misogerkirina vegeriyeke bi rûmet hejmarek merc danîbûn, ku yên herî girîng ji wan ev bûn:

*Vegerandina hemû xelkê Serê Kaniyê ji bo malên xwe.

*Peydakirina ewlehî û aramiyê li bajarok û derdora wê.

*Wergirtina berpirsiyariya parastina ewlehiyê ji aliyê hêzên ewlehiya giştî ve.

*Misogerkirina beşdariya xelkê bajarokî di saziyên sivîl û leşkerî de.

PUKMEDIA






zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket