Di şeş mehên borî de nirxê petrolê gihîşt bilindtirîn ast

Cîhan 10:41 AM - 2026-07-23
Hurmuz PUKMEDIA

Hurmuz

Îro pêncşemê nirxê petrolê li bazarên cîhanê zêdetirî 2% bilind bû û bi vê yekê bilindtirîn aste di heyama şeş mehan de, ev jî ji ber gurbûna aloziyan li Rojhilata Navîn û xetereyên li ser rêyên avî yên cîhanî yên veguhastina petrolê pêk hat.

Ji bo pêncşemê 23-7-2026 nirxê bermîleke petrola xam a Brêntê: Bi rêjeya 2.3% (2.20 dolar) bilind bû û gihişt 96 dolar û 27 sentan.
Hemdem nirxê bermîleke petrola xam a Teksasê ya Amerîkî bi rêjeya 1.9% (1.65 dolar) bilind bû û gihişt 88 dolar û 48 sentan.

Pişti tevgereke nû ya êrişên leşkerî yên Amerîkayê li ser Îranê, Supaya Pasdaran ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî di bin kontrola wan de ye û li ber keştiyan hatibû girtin, ku ev sedema sereke ya bilindbûna nirxê petrolê bû.
Pisporê bazara aborî diyardikin ku bazara petrolê bi sedema îhtimala rawestina veguhastina petrolê di heman demê de ji du tengavên girîng yên cîhanê (Hurmuz û Bab el-Mendeb) re bi xetereyeke kêmwêne re rûbirû bûye.

 
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket