Dema karkirina parlemana Turkiye hat dirêj kirin

Cîhan 02:26 PM - 2026-07-22
Dîmenek ji rûniştina Parlemana Turkiye Ajans

Dîmenek ji rûniştina Parlemana Turkiye

Turkiye

Biryar bû Parlemana Turkiye di 24ê Tîrmehê de bikeve bêhnvedanê lê dema karkirina parlamentoyê heta 31ê Tîrmehê hat dirêjkirin.

Komîteya Giştî ya Parlemana Turkiye pêşniyara Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya ji bo dîroka karkirina Parlemana Turkiye
pesend kir û dema xebatê ya Parlemana Turkiye heta hefteyeke din dirêj kir.

Di rêza yekem a Lijneya Giştî de, Proje Yasaya Guhertina Hin Yasayan û Fermanên Yasayan ku rêziknameya zêdekirina malnişîniya herî kêm jî di nav de ye, cih girt.

Di plansaziya hefteya bê ya Parlemana Turkiye de di 28ê Tîrmehê de Proje Yasaya hevkariya di navbera Turkiye û Libyayê de heye.

Di 29ê Tîrmehê de Proje Yasaya li ser Pesendkirina Protokola Guhertina Peymana Veguhestina Rê ya Navneteweyî ya ku di 28ê Nîsana 1992an de li Bîşkekê di navbera Tirkiye û Qirgizistanê de, hatiye îmzekirin dê were rojevê.

Roja 30 Tîrmehê jî Projeya Yasaya li ser pesendkirina peymana deynan ya di navbera Turkiye û Qirgizistanê de dê di rojeva komîteyê de be.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket