Koçberên Serê Kaniyê dê vegerin cih û warîn xwe

Kurdistan 10:44 PM - 2026-07-21
Koçberên Serê Kaniyê Medya

Koçberên Serê Kaniyê

Rojavayê Kurdistanê

Amadekariyên ji bo vegera kesên koçberbûyî yên ji gundên li derdora Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê temam bûne.

Çavkaniyeke taybet diyar kir ku amadekariyên dawî yên ji bo vegera kesên koçberbûyî ji bo gundên derdora bajarokê Serê Kaniyê,yê Rojavayê Kurdistanê wekî beşek ji amadekariyên dawî yên ji bo cîbicîkirina pilana vegerê, nêzîkî temamkirinê ne.

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku rayedarên têkildar hejmarek gundên li derdora Serê Kaniyê destnîşan kirine ku dê di qonaxa yekem ya pêvajoya vegerê de cih bigirin, û destnîşan kir ku xelkê van gundan dê di destpêka meha Tebax ya sala 2026.an de, piştî ku hemû amadekariyên pêwîst bi dawî bibin, vegerin herêmên xwe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket