Li Bexdayê kargeheke çêkirina Dronan hate desteser kirin

Êraq 04:22 PM - 2026-07-21
Atolyeya Dronan li Bexda Ragihandina Ewlehiya Neteweyî

Atolyeya Dronan li Bexda

Dezgeha Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê destdanîna ser kargeheke çêkirina dronan ku 25 peykerên balafirên dronan, û her weha alav û amûrên ku di komkirin û hilberînê de têne bikaranîn tê de hebûn, ragihand.

Di daxuyaniyekê de ku wêneyek ketiye destê PUKMEDIA`yê, Dezgeha Ewlehiya Neteweyî got; Piştî hewldanên îstîxbaratî yên hûr, Dezgeha Ewlekariya Neteweyî hewldanek ji bo çêkirina dronan li Bexdayê têk bir û sê gumanbarên ku di vê çalakiyê de beşdar bûn girtin.

Li gorî daxuyaniyê; operasyon di bin çavdêriya dadwerê Dadgeha Sêyemîn a Lêpirsînê de, ku pisporê dozên têkildarî Dezgehê ye, hate kirin. Tîman fermanên girtin û lêgerînê yên li dijî gumanbaran bicîh anîn, di encamê de 25 peyker û çarçoveyên dronan, ji bilî alav û amûrên ku di komkirin û hilberînê de têne bikar anîn, hatin desteserkirin.

Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku; lêpirsîn bû sedema dîtin û desteserkirina kargehekê ku tablo û pêkhateyên fîbera karbonê, digel pêdiviyên teknîkî yên ku di pêvajoya hilberînê de têne bikar anîn, tê de hebûn.

Her weha di beyannameyê de hatiye Ku; Ev hewldan berî ku biqede hate têkbirin, û lêpirsîn berdewam dikin da ku were destnîşankirin ka ev çalakî bi ti pilangeriyên ku ewlehiya neteweyî tehdît dikin ve girêdayî ye, ji bo amadekirina şandina tawanbaran ji bo dadweriyê da ku sizayên xwe bistînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket