Çavdêriya Darayî bi raporteke heft hezar rûpelî behsa xercîyên 2025an dike

Êraq 03:35 PM - 2026-07-21
Rûniştineke Berê ya Parlemanê Ragihandina Encumena Nûneran

Rûniştineke Berê ya Parlemanê

Encûmena Nûneran a Iraqê amadekariyan ji bo civîneke taybet dike da ku mezintirîn raporta Diwana Çavdêriya Darayî ku ji heft hezar rûpelî pêktê gotûbêj bike. Di vê raportê de hûrgiliyên xercî û binpêkirinên hemû saziyên dewletê hatine nîşandan.

Di vê barê de, Serokê Lijneya Darayî di Encûmena Nûneran de Ûdey Ewad ragihand ku raporta Diwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ya bo sala 2025an, ji zêdetirî 7 hezar rûpelan pêk tê. Ev raport yekser peywendîdar e bi kar û çavdêriya hemû yekeyên xercî di fermangeh û saziyên dewletê de.

Serokê Lijneya Darayî her wiha diyar kir ku di nav raportê de xişteya çendîn binpêkirinan heye ku hinek ji wan gelekî "metirsîdar in.

Armanca sereke di vê rûniştinê de xistina ber çavan a raporta 7,000 rûpelî ye, dîtina rêyên nû ye bo alîkariya di ji binî ve birîna gendeliyê û parastina darayiya giştî de. Parlamen dixwaze bi rêya van datayên hûrgilî çavdêriya xercîyên kiryarî yên sala 2025an bike û rêgiriyê li her behdedardana saman û mulkê dewletê bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket