Serokomar: Bihêzkirina jinan bingeha xebata avakirina dewletê ye

Êraq 02:09 PM - 2026-07-21
Serokomar û Şanda Tîma Jinan Ragihandina Serokomar

Serokomar û Şanda Tîma Jinan

Serokkomarê Êraqê

Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî îro Sêşemê 21/7/2026 li koşka Selam li Bexdayê pêşwazî li şanda Tîma Neteweyî ya Jinan a Iraqî bi serokatiya Xanim Difaf Sabit Al-Jerrah kir.

Di vê civînê de behsa rewşa jinên Iraqî û awayê xurtkirina rola wan di jiyana giştî de hat kirin , serokomar tekez kir ku; bihêzkirina jinan bingeha avakirina dewletê û pêkanîna geşedanên berdewame.

Her weha serokomar bal kişand ser giringiya beşdarîkirina berfereh a jinan di çêkirina biryarê de û piştevanîkirina destpêşxeriyên ji bo pêşxistina şiyanên wane li gorî destûrê û pabendbûnên niştimanî û navneteweyî di warê parastina mafên jinan.

Nizar Amêdî da zanîn ku, jina Iraqî qurbaniyên mezin di xizmeta welat de daye û ev yek jî dihêle ku jîngehek yasayî û sazûmanî were afirandin ku piştevaniya şiyanên wan bike û sûd ji ezmûnên wan were girtin di xebata reform û geşedanê de.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebera Tîmê Xanim Difaf Sabit Al-Jerrah kurteyek li ser pirojeyên tîmê yên di warê parastina civakî û geşepêdana şiyanên jinan de pêşkêş kir û spasiya piştevaniya berdewam a Serokomariyê kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket