Amerîka gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye

Cîhan 10:51 AM - 2026-07-21
Amerîka gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye CENTCOM

Amerîka gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye

Amerîka Îran

Artêşa Amerîka derengiya roja şeva roja Duşemê ragihand ku wê gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li ser Îranê bi dawî aniye, û diyar kir ku wê li navendên fermandariya leşkerî yên Îranê, cihên avêtina mûşek û dronan, kapasîteyên deryayî û sîstemên parastina hewayî xistiye.

Artêşa Amerîka derengiya roja Duşemê ragihand ku wê gera xwe ya herî dawî ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî aniye, û diyar kir ku wê navendên fermandariya leşkerî yên Îranê,cihên avêtina mûşek û dronan,kapasîteyên deryayî û sîstemên parastina esmanî kirine kirine.

Fermandariya Navendî ya Amerîka ev daxuyanî li ser platforma civakî X da û diyar kir:Fermandariya Navendî ya Amerîka  (CENTCOM) di 20ê Tîrmehê de, demjimêr di 21:00'an de li gorî dema ET, dewreke din ya êrîşan li dijî Îranê bi dawî kir.

Her weha aşkere kir ku, hêzên Amerîka li navendên fermandariya leşkerî ya Îranê, kapasîteyên deryayî, cihên avêtina mûşek û dronan, û sîstemên parastina esmanî dan, daku şiyana Îranê ya berdewamkirina êrîşên li ser keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hormozê re derbas dibin, lawaz bike.

Ji aliyekî dive ve got: Derbazbûna keştiyên bazirganî di korîdora deryayî ya navneteweyî ya jiyanî de berdewam dike.

Ji destpêka meha Gulanê ve, hêzên CENTCOM alîkarî dane ji bo hêsankirina derbazbûna nêzîkî 900 keştiyên bazirganî û 450 milyon bermîl petrolê xav.

Hêzên Amerîkî amade û li ser piyan dimînin daku Îranê ji ber êrîşên bê sinor yên li dijî deryavanên sivîl yên ku hewl didin bi azadî û bi eşkereyî di tengavê re derbaz bibin, berpirsiyar bigirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket