Fraksiyona YNKê mîna xazê hewla çareserkirina pirsgirêka Benzînê dide
Aborî 03:34 PM - 2026-07-20
Arşîv
Benzîn
Li ser daxwaza Fraksiyona YNKê, Wezareta Neftê ya Iraqê xaz
ji bo Herêma Kurdistanê şand, Biryardera Fraksiyona YNKê li Encumena Nûneran a
Iraqê jî dibêje: Wan daxwaznameya şandina benzînê jî radestî wezaretê kiriye.
Sirwe Mihemed, biryardera Fraksiyona YNKê li Encumena
Nûneran a Iraqê ji malpera fermî ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA)
re axivî û ragihand: "Di van rojên borî de ji ber rawestana karên Dana
Gasê li kêlgeha Kormorê, metirsiya çêbûna qeyrana xaza malan li Herêma
Kurdistanê hebû. Ji ber wê jî me wek erka xwe dît û me ji Wezareta Neftê ya
Iraqê daxwaz kir ku xazê ji bo parêzgehên Herêmê bişîne."
Her wiha got: "Bi spasiyeke mezin, daxwaza me ji aliyê Birêkarê
Wezîrê Neftê Dr. Îzet Sabir ve tavilê hat cîbicîkirin û di nav çend rojên kêm
de karîn xazê bişînin Herêmê. Vê gavê ku bihayê benzînê li parêzgehên Herêmê
ber bi bilindbûnê ve diçe, me daxwaznameya xwe ji bo dabînkirina benzînê jî
pêşkêşî Birêkarê Wezîrê Neftê kiriye, bi mebesta dabînkirina benzînê ji bo
parêzgehên Herêma Kurdistanê da ku bihayê wê bête daxistin."
Biryardera Fraksiyona YNKê bal kişand ser wê yekê jî ku wan
bi rêya fraksiyona xwe projeyek ji bo daxistina bihayê benzîn û sotemeniyê li
parêzgehên Herêmê amade kiriye. Wê got: "Tewra ku mîna parêzgehên din ên
Iraqê jî nebe, divê ferqa bihayê ewqas zêde nebe. Ji bo vê mîsoger bibe, em dê
projeya xwe bi Serokatiya Encumena Nûneran re guftûgo bikin; çûnkî mijara
bihayê benzînê heta astekî bilind bi rêkeftina navbera her du hikûmetan ve
girêdayî ye."
Ev di demekê de ye ku ev du roj in bihayê benzînê li
parêzgehên Herêma Kurdistanê bi awayekî berçav bilind bûye, û îro lîtreya
benzîna normal di navbera 1200 heta 1500 dînarî de ye û ya super jî di navbera
1750 heta 1950 dînarî de tê firotin. ev di nav çend salên borî de cara yekem e
ku bihayê wê bi vê pîvanê firiya ye, bi awayekî ku li ser her lîtreyekê 350
heta 500 dînar zêde bûye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

