Kurtulmuş bo gotûbêjkirina Yasaya Çarçoveyê serdana aliyên siyasî dike

Kurdistan 12:31 PM - 2026-07-20
Numan Kurtulmuş Serokê Civata Mezin ya Turkiyê (TBMM) Ajans

Numan Kurtulmuş Serokê Civata Mezin ya Turkiyê (TBMM)

Turkiye

Serokê Civata Mezin ya Turkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş ji bo " Yasaya Çarçoveyê' " ku tê xwestin berî betlaneya civînê pêşkêşî parlemanê were kirin û li ser were gotûbêjkirin dê serdana partiyên siyasî bike.

Serokê parlemanê; Kurtulmuş ji bo ku" Yasaya Çarçoveyê " berî ku parleman bikeve betlaneya xwe, serdanek ji partiyên siyasî re pilan dike.

Di vê çarçoveyê de, tê çavrêkirin ku Kurtulmuş piştî civîna koma MHPê ya roja Sêşemê dê serdana Serokê MHPê Dewlet Baxçelî bike û Kurtulmuş dê piştî civîna koma wan serdana Partiya DEMê jî bike.

Kurtulmuş biryar e roja Çarşemê serdana Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bike û piştre jî dê serdana Partiya Gel ya Komarî (CHP) û Partiya Riya Nû bike.

Hat diyarkirin ku Numan Kurtulmuş dê di serdanên xwe de li ser pêşnûmeya " Yasaya Çarçoveyê " ya ku tê çavrêkirin beriya betlaneyê were anîn Parlemanê gotûbêj bike û dê ji bo ku yasa bi lihevkirinê were pejirandin piştgirîyê bixwaze.

Berdevka Partiya DEMê Ayşegul Dogan hefteya borî di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku Numan Kurtulmuş dê serdana partiyên siyasî bike û got:Ez bawer dikim ku Birêz Kurtulmuş dê vê gerê bi têgihîştineke kûr ya pêşnûmeyê bike.

Di heman demê de, tê payîn ku şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê roja Çarşem yan Pêncşemê serdana rêberê PKKê Ebdula Ocalan bike.

Yasaya Çarçoveyê çiye?

Yasaya Çarçoveyê ew yasaye ku, li şûna danîna rêgezên hûr û teknîkî, tenê prensîbên giştî, armanc û taybetmendiyên bingehîn yên mijarekê diyar dikin ku hûrgulî bi gelemperî ji bo saziyên têkildar yan jî ji bo yasayên duyemîn (rêzikname, biryarname, hwd.) tên hiştin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket