Mezlûm Ebdî: Em li Sûriyeyê dikevin qonaxek nû
Kurdistan 09:41 PM - 2026-07-18
PUKMEDIA
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî
ragihand ku, ew li Sûriyeyê dikevin qonaxek nû, saziyên leşkerî û îdarî, di nav
de HSD û Rêveberiya Xweser dibe ku guhertinan bibînin.
Bi boneya salvegera 14`mîn a şoreşa 19ê Tîrmehê ya Rojavayê
Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, ji radyoya Rojava re axivî û got: Ev roj di
dîroka Sûriyeyê û hemû pêkhateyn wê de bûyerek girîng bû, îro em dikevin
qonaxek nû, saziyên leşkerî û îdarî, di nav de HSD û Rêveberiya Xweser, dibe ku
guhertinan bibînin.
Mezlûm Ebdî got: Destkeftiyên Şoreşa 19ê Tîrmehê niha bi şoreşa Sûriyeyê re dibe yek, ev jî ya hemû gelê Sûriyeyê ye û em îro di
Sûriyeya nû de dijîn ku encama têkoşîna hemû Sûriyeyane, tevî gelê Kurd û
pêkhateyên cûda yên ku di nav refên HSDê û Rêveberiya Xweser de têkoşîn kirin.
Ebdî, aşkere jî kir ku: Berxwedana li dijî DAIŞê, bi taybetî
berxwedana dîrokî ya li bajarê Kobanê, şoreşa Rojava di asta herêmî, Kurdistanî
û navneteweyî de ber bi qonaxek nû ve bir. Li Kobanê, Pêşmerge û Şervan bi
gelên herêmê re di sekna li hember terorê de bûn yek, û berxwedanek dîrokî
nîşan dan û biserketin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

