Sizayên li ser 7 bankên Iraqî tên rakirin

Êraq 01:31 PM - 2026-07-18
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî Ragihandina Serokwezîrê Iraqê

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî

Êraq

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, aşkere kir ku Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê gihîştine rêkeftinekê ku li gorî wê, sizayên li ser 7 bankên Iraqî tên rakirin û ew ê bikaribin mamelê bi dolarê Amerîkî bikin.

Serokwezîrê Iraqê derbarê rakirina sizayên ser bankan de ragihand: "Amadekirin û vegerandina 7 bankên Iraqî bo nav kanalên şandin û mameleyên bankî ya derve bi diravên din, wekî destpêkeke ji bo vegerandina şiyana wan a mamelekirina bi dolarê Amerîkî piştî temamkirina pêdiviyên pabendbûn û rênimayiyên hikûmraniyê ye, her weha piştrast jî kir ku serkeftina ew rêbaza çaksaziya darayî ku hikûmet peyrew dike, Hevdem baweriyê bi sektora bankî ya Iraqê bihêztir dike û asoyekî berfirehtir li pêşiya aboriya nîştimanî û weberhênanê vedike."

Serokwezîr tekez jî kir ku ew ê li ser piştgirîkirina çaksaziyên darayî û bankî, û çespandina prensîbên şefafiyet û hikûmraniyê berdewam bin; bi wî şêwazê ku xizmeta berjewendiyên Iraqê dike û pêgeha aborî ya welat li ser asta herêmî û navdewletî bilindtir dike.

Serokwezîrê Iraqê dibêje: "Ev bank piştî temamkirina mercên pabendbûnê sizayên li ser wan hatine rakirin. Ev gav dê baweriyê bi sektora bankî ya Iraqê xurt bike û asoyên aboriya nîştimanî berfireh bike."

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket