Bihayên petrolê %16 bilind bûye

Aborî 01:20 PM - 2026-07-18
Tengava Hurmiz ajans

Tengava Hurmiz

Ji ber destpêkirina nû ya şerê navbera Amerîka û Îranê, metirsî li ser bazara enerjiyê çêbûye û ji ber vê yekê nirxê bermîleke nefta Brentê derketiye ser 88 dolaran. Bi vî rengî, di nava heftiyekê de nirxê wê bi rêjeya %16 bilind bûye.

Li gorî malpera (OIL PRICE), nirxê bermîleke nefta Brentê 3 dolar û 87 sentên din, anku bi rêjeya 4.59% bilind bûye û gihştiye 88 dolar û 10 sentan.

Hevdem, nirxê bermîleke nefta Teksasê (WTI) jî 3 dolar û 54 sentan bilind bûye û niha bermîla wê bi 82 dolar û 54 sentan tê firotin.

Şerê navbera Amerîka û Îranê ji heftiya borî ve ji nû ve dest pê kiriye, ku bi vê yekê dawî li wî agirbestî hat ê ku li Swîsreyê hatibû îmzakirin. Di encama vê de Tengava Hurmizê dîsa hat girtin û metirsiya wê yekê heye ku Hûsiyên Yemenê jî Tengava Babûlmendebê ya li Deryaya Sor bigirin; ji ber vê yekê nirxê neftê bi rengekî berçav bilind bû, bi awayekî ku di nava vê heftiyê de bi rêjeya %16 zêde bûye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket