Iraqê 48 rêkeftin û peymanên aborî bi Amerîkayê re îmza kirin

Êraq 11:01 AM - 2026-07-18
Aliyekî Civînê Ragihandina ragihandina serokwezîr

Aliyekî Civînê

Êraq Amerîka

Serokê Encumena Wezîran yê Iraqê Elî Falih Zeydî, roja Înê serpereştiya îmzakirina 48 rêkeftin û peymanên di warê aborî de bi Amerîkayê re kir û hevkariyê di navbera Saziyên Sektora Giştî û Taybet ên Iraqê û Amerîkayê de ragihand ku wek gavekê bi armanca xurtkirina hevkariya aborî û darayî di navbera herdu welatan de berferehkirina hevkariyê di warên petrol, enerjî, pîşesazî û teknolojiyê, Çandinî, Perwerde û Tenduristiyê de.

Nûsîngeha ragihandinê ya Serokwezîr di daxuyaniyekê de ku wêneyek gihêştiye PUKMEDIA têde ragihandiye ku peyman rêyek zelal ji bo hevkariya aborî û darayî di navbera Iraq û Amerîkayê de ava dike û têkiliyên dualî digihîne astek bilindtir a hevkariyê da ku berjewendiyên hevbeş bi dest bixin.

Ew peymanên hevkariyê di navbera Wezareta Petrol û Karebê û kompaniyên wan de bi hejmarek kompaniyên Amerîkî re, di nav de Exxon Mobil, KBR, GE Vernova, Shell û Heliburton, di navbera desteya ragihandin û gihandinê û kompaniya Starlink de ji bo gihîştina karûbarên kompaniyê, bi saya peymanên din di warên teknolojî, pîşesazî û enerjiyê de vedihewîne.

Her weha ew rêkeftin peymanên bi kompaniyên (Kizlight Technology, PepsiCo, UOP, Bularis, AEE Energy Engineering Society û PPTA) re, ji bilî peymanên bi şîrketa Fryto Lay re ji bo pêşxistina zeviyên çandiniyê, û hevkariyên di warên perwerde û pîşesaziyê yên çêkirina dermanan û danîna boriya petrolê ya ber bi bendera Baniyas li ser Deryaya Spî ve, her weha li kêleka peymanên bi kompaniyên pispor di sektorên çandinî, bazirganî û pîşesaziyê de vedihewîne.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê li Washingtonê kir û serbilindiya xwe ya beşdarbûna merasîma îmzekirina peymanên bazirganî bi kompaniyên Wizeyê (enerjiyê) yên Amerîkî re yên ku nirxa wan zêdetirî 60 milyar dolarî ye anî ziman.

Wright, destnîşan kir ku berfirehkirina hevkariya enerjiyê ya di navbera Amerîka û Iraqê de dê bibe alîkar ku pêşerojek ewletir û geştir ava bibe, çavkaniyên enerjiyê zêde bike, xizmeta berjewendiyên her du welatan bike û piştgiriyê bide aramiya bazarên enerjiyê yên cîhanî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket