Karwana dawî ya koçberan sibê vedigere Efrînê

Kurdistan 10:54 PM - 2026-07-15
Dîmenek ji vegera koçberên Efrînî Ajans

Dîmenek ji vegera koçberên Efrînî

Rojavayê Kurdistanê

Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokkomariyê, Ehmed El-Hîlalî, ragihand ku karwanek nû ji bo vegera xelkê Efrîn dê sibê, roja Pêncşemê, 16ê Tîrmeha 2026an, demjimêr 7:00ê sibê ji bajarê Qamîşlo derkeve û ber bi Efrînê dê biçe.

El-Hîlalî di daxuyaniyekê de ji Rêveberiya Medyayê ya Hesekê re ragihand ku karwana nehan ya koçberên ji Efrîn ku nêzîkî hezar malbat in û koma dawî ya niştecihên Efrîn yên li parêzgeha Hesekê dijîn, piştî ku wan nekarîn ji ber beşdarbûna xwe di ezmûnên xwendingehan û demsala çandiniyê û hejmarek erkên din de tevlî karwanên berê bibin.

Her weha aşkere kir ku,dawiya ezmûnan û nêzîkbûna dawiya demsala çandiniyê derfet da ku malbatan vegerin, û destnîşan kir ku birêxistkirina vê karwanê di bersiva xwesteka xelkê de ye ku vegerin deverên xwe yên resen li Efrîn.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket