Wezîrê Şer yê Amerîka:Çavên me li hewldanên hêzên ewlehiyê yên Îraq û Pêşmergeyan e

Kurdistan 05:25 PM - 2026-07-15
Dîmena ji civîna ku Elî Zeydî têde amade bû Ajans

Dîmena ji civîna ku Elî Zeydî têde amade bû

Pêşmerge

Îro 15ê Tîrmehê de Wezîra Şer yê Amerîka Bett Hickist li Pentagonê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Elî El-Zeydî kir,û ragihand ku, çavên me li hewlên hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Pêşmerge ji bo bidawîanîna DAIŞê ye.

Wezîrê Şer yê Amerîka di civînekê de ragihand ku ji bo kûrkirina hevkariya me, divê IÎaq serweriya xwe biselimîne, û ew hêzên çekdar yên ne yasayî yên ku berpirsyarê zêdetirî 600 êrîşên li ser karmendên Amerîkî yên îsal in, ji çekan bêçek bikin.

Her weha got:Amerîka çavên xwe li hêzên ewlehiyê yên Îraqê ye, di nav wan de Pêşmerge û hêzên din yên ewlehiyê yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê hene, ji bo serkêşiya hewildanên têkbirina DAIŞê bikin, ji ber ku Îraqeke aram deriyê hevkariya bazirganî û parastinê ya bihêz vedike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket