Îraq û Amerîkayê di warê aborî de serdemeke nû dest pê dikin

Êraq 01:04 PM - 2026-07-15
Serokwezîr Elî Zeydî û serok Donald Trump PUKMEDIA

Serokwezîr Elî Zeydî û serok Donald Trump

Serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Felih el-Zeydî bo Waşintonê dê bibe sedema îmzekirina gelek yadeştnameyên têgihîştinê li ser sektorên cuda yên aborî.

Piştî hevdîtinekê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî li Serokwezîr el-Zeydî piştrast kir ku gotûbêj li ser xurtkirina têkiliyên dualî, berfirehkirina hevkariya aborî û lêkolîna derfetên beşdarbûna kampaniyên Amerîkî di projeyên pêşkeftinê de li Îraqê, bi taybetî di sektora petrolê de hatine kirin. Amaje bi wê jî kir ku armanca serdana wî avakirina hevkariyek aborî ya xurt e, û girîngiya hebûna aborî ya Amerîkî û pêwîstiya têkiliyên civakî yên bihêz ji bilî hevkariyên leşkerî ji bo piştgiriya pêşkeftina aborî tekez kir.

El-Zeydî eşkire kir ku hevkariya di navbera Îraq û Amerîkayê de wekî girêdanek di navbera yek ji şaristaniyên herî kevin ên cîhanê, ku ji hêla Îraqê ve tê temsîlkirin, û dilê aboriya cîhanî, ku ji hêla Amerîkayê ve tê temsîlkirin, bi balkişandina ser derfetên ku sûdê didin hem gelê Îraqî û hem jî yê Amerîkî, xizmet dike. Wî destnîşan kir ku Îraq ji bo derbaskirina pirsgirêkên aborî û teknolojîk hewceyê hevkarek stratejîk wek Amerîkayê ye.
El-Zeydî destnîşan kir ku kampaniyên Amerîkî dê bikevin bazara Îraqê, û tekez kir ku Îraq dixwaze di OPECê de para xwe ya adil hebe.

Hikûmet, li gorî armancên xwe yên diyarkirî, dixwaze bi kampaniyên Amerîkî yên pispor di pêşvebirina zeviyên petrolê û veberhênana gazê de yadeştnameyê têgihîştinê û peymanên hevkariyê îmze bike. Her wiha armanc dike ku hevkariya di navbera Banka Navendî ya Îraqê û yedeka Federal a Amerîkayê de xurt bike da ku piştgirîya nûhkirina pergala bankayê bike û şefafiyeta darayî zêde bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku hevkariya di navbera wan û Îraqê de xurt û saxlem e, her weha pesna hewl û gavên ku ji hêla Serokwezîrê Îraqê Elî el-Zeydî ve hatine avêtin da, û piştrast kir ku planên vekişîna hevpeymaniya navneteweyî bi rêkûpêk dimeşin.

Trump got, Ji bo min şerefek mezin e ku ez mîvandariya Serokwezîr dikim, û destnîşan kir ku "bandora el-Zeydî dê ji Îraqê wêdetir dirêj bibe, û ew ê li Rojhilata Navîn bibe rêberek.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket