Efserekî Kurd ê beşdar çîroka bûyerên şoreşa 14ê Tîrmehê vedibêje

Êraq 03:35 PM - 2026-07-14
Arşîv PUKMEDIA

Arşîv

Êraq kurd

Îro 14/7 salvegera 68emîn a şoreşa 14ê Tîrmehê ye ku dawî li monarşiyê (padişahiyê) li Iraqê anî.

Di sibeha roja 14ê Tîrmeha 1958an de, bi hewla Ebdulkerîm Qasim û çendîn efserên din, sîstema rêveberiyê li Iraqê ji monarşiyê veguherî komarê, ku yek ji bûyerên herî girîng ên dîroka Iraqê tê hesibandin.

Ji damezrandina hikûmeta Iraqê heta şoreşa sala 1958an, xelk ji sîstema monarşiya li Iraqê bêzar bibûn, û ji bo bidawîkirina vê rewşê, welatiyên Iraqê biryar dan ku di nav partî û rêxistinên siyasî de bixebitin da ku monarşiyê hilweşînin, ji bo vê mebestê jî efserên artêşa Iraqê biryara pêkanîna rêxistinekê bi nave (Efserên Azadîxwaz) dan ku bi dizî ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve serkidayetiy wê dihat kirin.

Di dawiyê de, di sibeha 14ê Tîrmeha 1958an de, Ebdulkerîm Qasim û Efserên Azadîxwaz êrîşî koşkên paşatiyê ya (Rîhab û Zuhur) li Bexdayê kirin û karîbûn monarşiyê li Iraqê bi dawî bikin û komarek îlan bikin.



Ebdilkerîm Qasim, bi alîkariya hejmarek efserên Kurd ên di artêşê de, di nav de Mistefa Ebdullah, ku wekî (Rais Mistefa Ebdullah) jî tê nasîn, wekî lehengê Koşka Rîhab tê hesibandin.

Rais Mistefa Ebdullah di hevpeyvînekê de berî mirina xwe, behsa bûyerên 14ê Tîrmeha 1958an dike û dibêje: Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem, hikûmeta Brîtanî dewleta Iraqê ava dikir, ku berê di çanda siyasî de tunebû, neviyê padîşahên Haşimî bûn padîşahê Iraqê û Qiral Gazî yê Yekem bû hukumdarê Iraqê. Piştî vemirandina şoreşa Şêxê nemir (Mehmûd Hefîd) û dagirkirina Silêmaniyê ji aliyê artêşa Brîtanî ve, Başûrê Kurdistanê bi dewleta Iraqê ve girêdan.

Rais Mistefa Ebdullah dibêje: Di sala 1939an de, Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir, û hikûmeta Iraqê, ku di bin desthilatdariya Brîtanyayê de bû, neçar ma ku di şer de alî bigire û Brîtanyayê biparêze. Di sala 1941an de, Şoreşa Geylanê dest pê kir, lê di demek kurt de hate tepeserkirin, Feyselê Duyem jî zarok bû, ji ber vê yekê parêzvanekî wî hebû bi navê Ebdul-Îllah.



Di heman hevpeyvînê de, aşkere jî kiriye û gotiye: Di dema monarşiyê (Padişatiyê) de, çend hikûmet li pey hev guherîn. Bi tevahî, di 38 salên monarşiyê de li Iraqê 59 hikûmet guherîn. Li gelek deveran, monarşî dikare wekî serdemek tarî were binavkirin, lê divê em ji bîr nekin ku tundûtûjî ji demên din kêmtir bû, daxwazên xelkê dikarîn hikûmetekê hilweşînin.


Avakirina Rêxistina Efserên Azadîxwaz

Rais Mistefa Ebdullah derbarê serdema hukimraniya Paşatiyê de diyar kir û got: Ev rewş bû sedema avakirina çend rêxistinên siyasî di hemî tevgerên rewşenbîrî û siyasî de, heta tevlîbûna artêşa Iraqê, ya herî girîng rêxistina efserên azadîxwaz bû, ku li welatên Erebî jî heman tişt hebû.

Di beşek din ya hevdîtinê de gotiye: Cefer Eskerî, Nûrî Seîd û desteyek ji efseran serdana Serokwezîrê Ingiltera yaw ê demê (Churchill)  kirin û gotin ku ew ê rasterast çavdêriya wî nekin û wî birêve nebin. Ew ê Feysel bikin padîşahê Iraqê. Wan biryar da ku hikûmetek bi navê neteweyî ava bikin û biryar dan k uku perlemanê jî ava bikin.



Derbarê hikûmetê de, wî got: Hikûmet ji hêla balyozê Brîtanî, nûnerên Samiyan û şêwirmendan ve dihat rêvebirin. Gelê Iraqê bi berdewamî nerazîbûn nîşan dida û red dikir ku bikeve bin desthilatdariya Brîtanî, gel dixwast hikûmetek be ku ser bi gel be.

Ew zêde dike: Dema ku wan Feysel kir padîşahê Iraqê, wan wezareta parastinê da Cefer El-Eskerî û serokê fermandariya artêşê dan Nûrî Seîd. Piştî vê yekê, Nûrî Seîd her gav an serokwezîr, an wezîrê derve an jî wezîrê parastinê bû.

Rais Mustafa Ebdullah amaje bi wê yekê jî kir û got: Di sala 1939an de, dema ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir, hikûmeta Brîtanî dixwest ku Iraq bi wan re be, leşker û balafirgeh bide wê. Di sala 1952an de, xwepêşandan hatin lidarxistin û hemû beşên civakê beşdar bûn, polîs derkirin û rewşa Bexdadê di metirsiyê de bû, xelkê bang daxwaza guherîna sîstema padişahî dikir.

Rais Mistefa got: Zaim Rukin Muhyedîn Ebdulhemîd wekî serokê komîteya efseran hate hilbijartin. Ew Kurd bû. Ew wekî serok hate hilbijartin ya komîta efserên azadîxwaz li Bexda. Piştre wan Ebdulkerîm Qasim wek serokê komîteyê hilbijart, hertim baweriya wan bi kurdan hebû, rêxistina taybet bi xwe hebû, her demê tiştek bixwastina dikarîn bikin.

Piraniya rêberên şoreşa 14ê Tîrmehê Kurd bûn


Rais Mistafa Ebdullah got jî: Eşkerekirina veşartiyên her bûyerek an şoreşekê dibe ku ne pir girîng be ger rasterast bi guhertinên di civaka Kurdî de ve girêdayî nebe, lê tiştê ku me tîne rastiya bûyerekê û me neçar dike ku li ser wê biaxivin, şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an e ku piraniya rêberên wan kurdbûn, lêbelê, ji ber ku Kurdistan beşek ji Iraqê bû û di bin kontrola hikûmeta Iraqê de bû, em nikarin xwe ji şoreş û encamên wê dûr bixin. Ji ber vê yekê, em ê hewl bidin ku hûrgulî û encamên wê şoreşê bidin nasîn.

Di dawiya axaftina xwe Rais Mistafa Ebdullah weha pêde diçe û dibêje: Dema ku şoreşa 14ê Tîrmehê pêk hat, Eqîd (Kolonel) Huseyîn Elî Ubeydî hat û dît ku kes bi gotina wî nake û li odeya xwe de ma. Piştre, Eqîd (Adil Celal) nexwest ku kuştin çêbibin, ji ber vê yekê wî hawar kir ku ev şoreş şoreşek gel e, leşkeran ew kirin, hejaran ew şoreş kirin, ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn guleyan nebarînin da ku xwîn nerije. Dema ku ew bi mîkrofonê diaxivî, her kesê ku wî bihîst derket kolanan, xwepêşanderan hawar dikirin û digotin "Guleyan navêjin. Ev şoreş a me hemûyan e. Tu eleqeya we pêre tune ye." Piştre hemû bûn yek û bûn bi desteyek wek ya şoreşa fransî û piştre, Ebdulselam Arif,  ji ber ku Eqîd (Adil Celal) Kurd bû, ew kir qayimqam û ew şand Zaxo, di demekê de ew fermandarê fewcek leşkerî bû.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket