Cîgirê Serokê herêmê rola hevpeymaniya Almanya bilind nirxand

Kurdistan 01:10 PM - 2026-07-14
 Wêneyek ji civînê Nivîsingeha Ragihandina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Wêneyek ji civînê

Şêx Cefer Şêx Mistefa

Îro;Sêşem rêkefta (14-07-2026) an Şêx Cefer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê,pêşwazî li Matthias Weller, Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê û Kolonel Picha, Fermandarê Leşkerî yê Hêzên Almanî di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir.

Di hevdîtinê de,her du aliyan tekezî li ser pêşxistin û berdewamiya têkiliyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kirin; her wiha wan li ser gefên DAIŞê yên li ser herêmê û girîngiya berdewamiya alîkariya leşkerî ya Almanya ji bo Pêşmerge di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî de gotûbêj kirin.

Cîgirê Serokê herêmê spas û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya berdewam ya Almanya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê dubare kir,û rola hêzên Almanî di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li herêmê bilind nirxand.

Proseya çaksazî û yekxistina Pêşmergeyan di çarçoveya Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan de û pêşketinên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wan li ser ewlehiya herêmî tewerek din ya civînê bû.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket