Amadekarî ji bo vegera koçberên Serê Kaniyê tê kirin

Kurdistan 12:54 PM - 2026-07-14
Koçberên Serê Kaniyl Medya

Koçberên Serê Kaniyl

Rojavayê Kurdistanê

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku piştî rakirina mînan li ser riyan û vekirina riyan, civînên taybet ji bo gotûbêjkirina makanîzmaya vegera koçberan dê bê sazkirin.

Bi hezaran xelkê Serêkaniyê ku di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker de ji warê xwe hatine koçberkirin,li benda her pêngaveke vegerê ya bo warê xwe ne. 

Rakirina mînan, vekirina riyên sereke, derxistina kesên hawirde,her wiha vegerandina mal û milkên koçberan, pêngavên pêwîst in ji bo vegera ewle ya koçberan.

Di wê derbarê de endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo ragihand ku,piştî xebata rakirina mînan bi dawî bibe dê Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi tîma hikumeta demkî re dê bicive û mekanîzmaya vegera ewle ya koçberan gotûbêj bike.

Zehra Semo aşkere kir ku aliyên têkildarî dosyaya vegerê, serjimariyek li ser hejmara koçeran çêkir ku nêzî 80 hezar koçber in daku makanîzmayeke diyar ya birêxistinkirina vegera wan deyne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket